Yekitiya Jinan ji bo çalakiyên 16 rojî semînerek da
Yekîtiya Jinan a Koye di çarçoveya çalakiyên 16 rojî yên têkoşîna dijî tundiya ser jinan bi boneya 25’ê Mijdarê hatî despêkirinê de, semînerek bi sernavê ‘Parastina jinê, parastna civakê ye’ hate dayîn.
ŞIYA KOYE
Koye – Çengê Yekîtiya Jinan a Koye di çarçoveya çalakiyên 16 rojî yên têkoşîna dijî tundiya ser jinan bi boneya 25’ê Mijdarê hatî despêkirinê de, bi amadebûna hejmarek jinên navçeya Koye, bi sernavê ‘Parastina jinê, parastna civakê ye’ semînerek da.
Di semînerê de têkildarî tundî û çareseriyên ji bo civakek bi tendurist nîqaş hatin kirin.
‘Cûreyên tundiyê cûda ne’
Mamostaya zanîngehê li Polîteknîka Hewlêr Şîraz Mecîd a di semînerê de axivî xwişkên Mîrabel û têkoşîna wan bibîr anî û got: “Cûreyên Tundiyê cûda ne, ne tenê fîzîkî ye. Tundiyên derûnî, aborî û dijîtal jî hene. Gelek rêxistinên pêşîlêgirtina tundiyê hene. Lê belê mixabin heta niha li gorî daneyên berdeste tenê ji sedî 2 guherîn di kêmkirina tundiyê de hatiye kirin. Ev e jî li gorî ewqas rêxistinên heye gelek kêm e. Di daneyên dawî de derket ku 16 milyon jin di 12 mehên borî de li cîhanê rastî tundiyê hatine. Ew jî rêjeyek gelek zêde ye. Ez di wê hêviyê deme ev cûrên semîner û panel ji bo hişyarkirina civakê berdewam bin.”
‘Divê semîner berdewam bên dayîn’
Endama Çengê Yekîtiya Jinan a Koye Hesîbe Ehmed wiha got: “Divê ev semîner û penel gelek werin li darxistin û werin dûbarekirin, ne tenê rojekê tenê ji bo têkoşîna li dijî tundiya dijî jinan wer diyarkirin. Divê hemû roj jin li dijî tundiyê têbikoşin. Mixabin beşek zêde xelk beşdarî van cûrên semîneran nabin, an tenê ji bo jinan dizanin. Em li dijî her cûrê tundiyê ne.”