‘Yekîtiya jinan dê gelek rewşên neyînî bi dawî bike’
Jinên Kurd gotin ku ew ê xebatên ji bo yekîtiya neteweyî zêdetir bikin û diyar kirin ku divê jinên ji her çar aliyên Kurdistanê ji hev hêzê bigrin.
Amed – Platforma Yekîtiya Jinên Kurd roja 2’yê Adarê bi şiara “Bi pêşengî û yekîtiya jinên Kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî” ve li Amedê civînek li dar xist. Jinên ku tevlî civînê bûn, gotin ku dê jinên Kurd ji yekîtiya neteweyî re pêşengiyê bikin.
Jinan bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî û nirxandin kirin.
‘Divê jin ji hev hêzê bigrin’
Ji Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Rabia Çelebî, got ku platformê ji bo yekîtiya neteweyî xebatên xwe zêde kiriye û got: “Em bawer in ku dê bi pêşengiya jinan yekîtiya neteweyî çêbibe. Li çar aliyên Kurdistanê êrîş li ser Kurdan didomin. Li ser jin û zarokan şerên giran hene. Bi van şeran me dît ku yekîtî çiqas girîng e. Bi yekîtiya jinan dê pêşî li êrîş û ferasetên qirêj were girtin. Divê jinên Rojhilatî, ji jinên Bakur hêzê bigrin, jinên Rojavayî ji jinên Rojhilatî hêzê bigrin.”
Rabia Çelebî diyar kir ku jinên Kurd di her warê civakê de bi têkoşîna xwe tên nasîn û wiha domand: “Hem di şer de hem di siyasetê de hem jî di nava civakê de pêşengî kirin. Ji ber vê jin bi hêza ku ji hev digrin dikarin zêdetir bi hêz bibin. Şer tenê di eniyan de nîn e, li nava malbatê, li kolanê û li her derê tê dayîn.”
Rabia Çelebî di dawiyê de wiha got: “Ez ji malbatan dixwazim bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Xwedîderketina li ziman, perçeyek ji yekîtiyê ye.”
Endama Lijneya Rêveber a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û delegeya platformê Hafîze Îpek, got ku civîn komxebata amadekariya Kongreya Yekîtiya Neteweyî ye.
‘Yekîtiya jinan pir girîng e’
Hafîze Îpek bi gotinên; “Yekîtiya jinên Kurd li çar aliyên Kurdistanê dê pêşî li êrîşan bigre” wiha domand: “Îro li Rojava şoreşa jinan heye, li wê derê pergalek heye, ji aliyê jinan ve hatiye tê birêvebirin. Mirov bê tirs dijîn, her kes wekhev e, bi çand û zimanê xwe dijî. Li Rojhilat serhildana jinan a ku bi Jîna Emînî destpê kir didome. Pêşengiya vê serhildanê jinên Kurd dikin. Li Tirkiyeyê pêvajoya ku birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin heye. Yekîtiya jinani tê wateya yekîtya neteweyî. Yekîtiya jinan dê gelek astengiyan bi dawî bike. Ji bo ku zihniyeta ku komkujiyan li dijî jinan dike biguhere divê yekîtiya jinan çêbibe. Ev yekîtî dê gelek tiştan biguherîne. Ez bawer im em ê bi ser bikevin.”
‘Ji bo Rojhilat jî em ê li qadan bin’
Ji Sekreteryaya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Zînet Dînçer jî wiha got: “Jin tên kuştin, bedena wan ji avahiyên bilind ve davêjin. Hemû zext û zulm li ser jinan tê kirin lê tevî vê jî jin di her warî de têdikoşin. Bi ruhê yekîtiya neteweyî yê jinan pêşî li êrîşên li ser Rojava hat girtin. Îro li Rojhilat şer heye. Em çawa ji bo Rojava derketin kolanan, em ê ji bo Rojhilat jî li ser piyan bin.”