‘Yekitiya gelan dikare êrişan têk bibe’

Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nudem Yaman têkildarî armanca êrişên ser Rojavayê Kurdistanê axivî û diyar kir ku ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêşve biçe, divê destwerdanên leşkerî yên li ser Rojavayê Kurdistanê bên rawestandin.

Mexmûr- Bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, ku di 27’ê Sibata 2025’an de hat kirin, di raya giştî de wek îfadeyek girîng a îradeyê ya ji bo bidawî anîna şer û çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên demokratîk hat nîşandan. 

Lê êrişên hikûmeta demkî ya Suriyê (HTŞ) yên li ser Rojavayê Kurdistanê û hevkariya dewleta Tirk a dagirker a bi çeteyan re, zerer dide hêviyên ji bo aştiyê. Herwiha qeyran û nakokiyên di pirsgirêka çareseriya Kurd de kûrtir dike. Bi despêkirina êrişan re ewlehiya herêmê tê têk birin, pevçûn zêde dibin û dibin sedema koçberbûna hezaran mirovan. Herwiha bi êrişan re tê armanckirin ku tevna netewperestiyê dinava gelan de ava bibe û gel bibin dijminê hev. 

Têkildarî van mijaran Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nudem Yaman ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêşve biçe, divê destwerdanên leşkerî yên li ser Rojavayê Kurdistanê û êrişên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bên rawestandin. 

Nudem Yaman destpêka axaftina xwe de, berxwedana gel a li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin silav kir û got: “Wek herkes dizane ku ji aliyê Rêbertî ve pêvajoyek ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat destpê kirin û ev pêvajo bandorek dabû avakirin. Lê bi destê hêzên hegemon ku dixwazin destkeftiyên gelê Kurd tine bikin, deskeftiyên Rojavayê Kurdistanê encama keda şehîdane, ji bo tinekirina van deskeftiyan êrîşî ser herêmê kirin. Lê li dijî êrişan gelê Kurd û şervanên Kurd ku felsefeya Rêbertî ji xwere esas digrin, êrişên wan têk dibin û vê kêliyê jî berxwedana xwe didomînin.” 

‘Armanc ew e ku netewperestiyê dinava gelê Kurd de bidin avakirin’ 

Nudem Yaman bal kişand ser armanca êrişên li ser gelê Kurd tên meşandin û got: “Dema em li dîrokê dinêrin, kengî Rêbertî xwestiye pêvajoyek aştiyê bide destpêkirin ku hemu gel bihevre bijîn, êrişên dagirkeriyê hatine meşandin. Taybet roja îro de em dibînin li ser Rojavayê Kurdistanê êrişên qirkirinê tên meşandin. Armanca êrişan ew e ku felsefeya Rêbertî ya bihevre jiyankirinê ku hemu gel, netew, ziman û olan digre nava xwe, têk bibe. Ango em dikarin bişibînin komploya 15’ê Sibatê. Ya din jî armanc ew e ku xeta netewperestiyê dinava gelê Kurd de bidin avakirin.” 

‘Divê em gotinên Rêbertî bikin bingeha jiyana xwe’ 

Nudem Yaman,anî ziman tenê yekitiya gelan dikare hemu êrişan têk bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê Kurd ji dîrokê heta îro hertim bi awayek hevseng bi cîranên xwe re bêyî ku zilm û bêmafiyê bike, jiyaye. Lê ev yek dijî hêzên serdeste û ji bo wê taybet di wî alî de êrişan didin meşandin. Ji bo vê yekê wek gelê Kurd pêwîste ku em di ferqa hinek tiştan de bin. Divê em gotinên Rêbertî jixwere esas bigrin û bal fam bikin. Rêbertî hertim dibêje, em ê xwişk û biratiya gelan ava bikin, em ê bihevre jiyan bikin û em ê gelê Kurd nehêlin tevna netewperestiyê dinava me de ava bibe. Ev yek ji bo gelê Kurd girîng e. Em di nava xakek wisan de ne ku em wek Kurd, Tirk û Ereb bi hev re jiyan dikin. Ango wek gel têkulbûnek çêbûye. Ji bo wê êrişên tên meşandin taybet li ser vê esasê ne ku me ji hev du qût bikin.”