‘Yekîtî û hevgirtina jinan li Rojavayê Kurdistanê girîng e’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Remziya Mihemed derbarê modêla jiyana demokratîk a jinan li Rojava axivî û got bi hêza jinan emê serkeftinê avabikin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Li Rojava modela jiyana demokratîk a jinan, di navbera şerên siyasî û êrîşên cîhanî de piştgirî dide. Ev model li ser mafên jinan, azadî û hêza têkiliyên civakî û siyasî hatiye avakirin. Ji bo parastina vê modelê, pêwîst e ku li ser perwerdehiya jinan, parastina mafên civakî û hewldanên siyasî berdewam bê. Hêza jinan di şerên siyasî de di navbera xebatên perwerdehiyê, şoreş û şerên pêşveçûnê de têne pêşkêşkirin, ku bi vî awayî modela demokratîk êdî serkeftî be.
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Remziya Mihemed derbarê modêla jiyana demokratîk a jinan a li Rojava de, ji ajansa me re axivî.

Remziya Mihemed di despêka axaftinên xwe de 8`ê Adarê li tevahiya Jinên Cîhanê pîroz kir û wiha got: “Roja 8`ê Adarê li tevahiya jinan û dayîkan pîroz be. Piştî ewqas şer, tekoşîn û berxwedanê, em bi hêvî ne ku 8`ê Adara sala 2026`an bibe hêviya azadî û serkeftinê. Her û her wê tekoşîna jinan bilind be ku di 8`ê Adarê de parastina Şoreşa Rojava mîsoger bibe. Em bi van hêviyan dest bi çalakiyên 8`ê Adarê dikin.”

‘Mîsogeriya mafên jinan yên demokratîk’

Remziya Mihemed da zanîn ku pêwîste jinx we birêxistin bikin û wiha berdewam kir:“  Jiyana jinan ku bi prensîbên li ser bingeha wê hatine avakirin di şoreşa jinan de bi taybet, Yekemîn parastin her wiha wekhevî, edalet û mîsogeriya mafên jinan yê demokratîk, ku her û her hatibû binpêkirin, her û her êş û desthilatdarî li ser jinan hatiye meşandin. Pêwsîte jin xwe birêxistin bike ji bo ku karîbe mafê xwe mîsoger bike.”

‘Ya girîng rêxistinbûma jinê ye’

Remziya Mihemed diyar kir ku rola jinan di siyasetê û civakê de ya herî girîng e û wiha axivî: “Rola jinan di civak û siyasetê de girîng e. Ji ber ku bi salan mafên wê ji destê hatiye girtin û bi salan jin ji siyasetê dûr ketiye. Lê bi Şoreşa Rojava re riyekî din hat diyarkirin, jinan bi tecrube, rêxistinbûyîn û îradeya xwe karîbû di her qadên jiyanê de xwe îsbat û temsîl bike. Ya girîng rêxistinbûna jinê ye. Ger ku jin li derdora rêxistinbûna xwe kom bibin, bikaribin li hember êrîşan û hedefgirtina jinên pêşeng têbikoşin, tê diyarkirin ku rêxistinbûna jinan dibe kelemek li pêşiya sîstema netewdewlet. Jinê bi îradeya xwe karîbû sîstema cîhanê biguherîne. Pêwîst e jin di 8`ê Adara îsal de hebûn, îradeya xwe îsbat bikin û mafê xwe yê jiyanî, siyasî û civakî mîsoger bikin.”

‘Di şoreşa Rojava de jinê li her deverê cih girtiye’

Remziya Mihemed destnîşan kir ku li Rojava jin di her deverî de hene û cih digrin û wiha pê de çû: “Modêla ku di Şoreşa Jinê de hatiye avakirin, modêla ku her û her jin pêşeng bû, xwedî îrade bû û karîbû rola xwe di hemû qadên jiyanê de bilîze ye. Di şoreşa Rojava de jinan li her deverê cih girtiye. Gelek kesên ku tên serdana Rojava, dema ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava dibin, jinan li her deverî, kolan û saziyan dibînin. Rêber Apo bû pêşengê tekoîna jinê ku riya azadiyê li ber jinan vekiriye. Ji ber vê yekê, dema ku jin di her civakekî de pêşeng be û karîbe rola xwe bilîze, wê demê îradeya jinan diyar dibe. Wê bi vê îradeyê jin karîbe siyasetê bide guhertin û civakek demokratîk ava bike. Civaka Rojava, civakek demokratîk e ku hemû pêkhate dikarin rola xwe tê de bilîzin, tevahî pêkhate dikarin çanda xwe bidin diyarkirin û her wiha di milê parastina çand û ziman de yên sereke dayîk û jinan daye parastin.”

‘Dema ku jin pêşeng be di şoreşê de rastî gelek êrîşan tê’

Remziya Mihemed bal kişand ser cudahiya vê modêlê ya ji modêlên din ên li Herêmê û wiha domand: “Ev model ji tevahiya modêlên di cîhanê de cuda ye. Ji ber ku modêlek civakbûnê ava dike, modêlek mafê herkesî dide diyarkirin, modêlek ku rê li ber her pêkhateyek û rêxistinek jinan vekiriye. Ev dibe kelemek li pêşiya sîstema dewletnetew û desthilatdarî. Ji ber vê êrîş li ser vê modêlê zêde dibin, jinên pêşeng di hundirê vê rêxistina jinan a di Rojavayê Kurdistanê de têne hedefgirtin. Her û her emê pêşengên jin bînin ziman, heta ku sûcdarên wan ceza bistînin.”

‘Tekoşîn û berxwedana jinan berdewam e’

Remziya Mihemed da zanîn ku bandora van êrîşan di her kêliyek jiyanê de li ser dayîk û zarokan pir mezin e û wiha berdewam kir: “Sîstema Rêveberiya demkî  mafê jinan di destûrê û di rêveberiyê de tune kiriye. Li kêleka wê tekoşîn û berxwedana jinan berdewam e. Di 8`ê Adarê ku em deskeftiyên şoreşa jinê li hemberî tevahî êrîşên ku têne meşandin biparêzin de, emê sloganên xwe bilind bikin.”
‘Bi hevgirtina jinan emê karibin hêza jinan nîşan bidin’
Remziya Mihemed destnîşan kir ku pêwîst e jin xwedî li şoreşa xwe derkevin û wiha pê de çû: “Ji bo em bi berxwedan û azadiya xwe di hemû qadên jiyanê de rol bilîzin, pêwîst e mafê me di destura nû ya Sûriyeyê de hebe. Pêwîst e mafê me bi zagonên parastina jinê were parastin. Yekîtî û hevgirtina jinan di Rojavayê Kurdistanê de girîng e. Dema ku yekîtiya jinan xurt dibe û tê avakirin, sîstema desthilatdar xwe diguhere û bi çavekî din li rêxistinbûna jinê dinhêre.”

‘Em li kêleka YPJ’ê ne’

Remziya Mihemed bi bîr xist ku di asta cîhanê de ji bo keziya YPJ`ê derketine qadan, xwepêşandanan li dar xistine û wiha got: “Me dît çawa li Rojhilatê Kurdistanê, li Îranê ji bo  serhildana Jin, Jiyan , Azadî çiqas ji gel, ciwan û xwendekaran ji bo wê serhildan kirin. Di asta cîhanê de ji bo keziya YPJ’ê xwepêşandanan lidar xistin û dengê xwe bilind kirin û gotin em li kêleka YPJ’ê ne û em nahêlin ku keziyên jinan bên jêkirin. Pêşeroja modêla jinên azad û jiyana azad, wekhev û demokratîk di xeterîkî mezin de ye. Şerekî mezin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, Armancê wî şerî, şikandina hêza jinê ye. Ji bo ku em karîbin vê xeteriyê derbas bikin, ji bo ku em karîbin modêla şoreşa jinê mayînde bikin û li tevahî cîhanê belav bikin, pêwîst e ku bê sînor û rengê ziman û çandan, jin bi reng, deng û çanda xwe hevdû qebûl bikin da ku em bikaribin pêşeroja modêla şoreşa jinê mîsoger bikin.”