Yekîneya Jinan ya NY'ê: Di êrîşên Îsraîlê de 10 hezar jin hatin kuştin

Li gorî rapora nû ya Yekîneya Jinan ya NY'ê; Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de zêdetirî 10 hezar jin hatin qetilkirin û 19 hezar zarok jî sêwî man. Jinên ku ji êrîşan sax rizgar bûn ji cih û warên xwe bûn û bi birçîbûnê re rû bi rû man.

Navenda Nûçeyan- Yekîneya Jinan ya Neteweyên Yekbûyî (NY), têkildarî bandorên şer ên li ser zayendî ya civakî raporek nû weşand. Rapora bi sernavê “Xela û Tirs” şert û mercên xirab a jiyanê ya jin û zarokên keç ên li Zîvala Xezayê radixe ber çavan. Li Xezeya ku zêdetirê 10 hezar jin hatin qetilkirin, jinên ku ji topbaranan sax rizgar bûn jî her roj bi birçîbûn, nexweşî û tirsê re rû bi rû dimînin.

10 hezar jin hatin kuştin, 19 hezar zarok jî sêwî man

Di rapora ku hate diyar kirin di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê yên nêzî 6 meh in berdewam dike de 10 hezar jinên Filistînî hatin qetilkirin û tê texmînkirin ku 6 hezar jê jinên hatine qetilkirin dayik in û 19 hezar zarok jî sêwî mane.

‘Ev bandora wêranker şerê li Xezayê vediguherîne şerek li dijî jinan’

Di rapora ku hate destnîşan kirin jinên ji topbaranan û operasyonên bejayî yên Îsraîlê sax rizgar bûne jî, ji cih û warên xwe bûne, hevjinên xwe winda kirine û bi birçîbûnê re rû bi rû mane û wiha hate gotin: "Ev bandora wêranker û cuda, şerê li Xezayê di heman demê vediguherîne şerek li dijî jinan.” Di rapora ku baldikşîne li ser kêmbûna av, sanîtasyon û xizmetên hijyenê yên ji bo tenduristî, rûmet, ewlehî û nepeniya jinan pir girîng e, destnîşan kir ku li Xezayê zêdetirî mîlyonek jin û zarokên keç ên Filistînî, bêyî gihîştina xurek, ava vexwarinê ya paqij dijîn, tuwaletên paqîj an jî ava diherike, bi birçîbûnek pir di asta karasetê re rû bi rû ne.

'Her meh pêwîstî 10 mîlyon pedên regilê yên yekcarî heye’

Di raporê de hate diyar kirin ku gihîştina ava paqij bi taybetî ji bo dayikên şîr didin û jinên ducanî ku hewcedariyên wan ên rojane yên avê û kaloriyê zêde ne xwedî girîngiyek krîtîk e û wiha hate gotin: “Di heman demê de ji bo jin û zarokên keç karibin hijyena regilê bi rûmet û ewle derbas bikin jî pêwîst dike. Tê texmînkirin ku ji bo misogerkirina pêdiviya 690 hezar jin û zarokên keç ên li Xezayê, her meh pêwîstî 10 mîlyon pedên regilê yên yekcarî an jî çar mîlyon pêdên hijyenik ên ji nû ve têne bikar anîn heye.”

'Tenê aştî dikare dawî li vê êşê bîne'

Di rapora ku hate destnîşan kirin tenê aştî dikare dawî li vê êşê bîne û wiha hate gotin: "Jinên NY’ê, piştgirî didin banga pêkanîna biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2728 (2024) ya di 25'ê Adara 2024'an de bi daxwaza li Xezayê misogerkirina agirbesta lezgîn, berdana hemû rehîneyan û gihandina bi ewle û bêasteng a ji bo alîkariyên mirovî dike.”

Di rapora ku hate diyar kirin Yekîneya Jinan ya Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo parastina maf û pêdiviyên jin û zarokên keç û misogerkirina alîkariyên lezgîn ên hewce, bi rêxistinên jinan ên Filistînê û hevkarên di pergala/qadên mirovahî de re dixebite û hate balkişandin ku bi deh hezaran malzemeyên ku beşek biçûk a pêdiviyên jin û zarokên keç, çend heftene li ser sînor tên rawestandin.