Yek ji pêşengên Dayikên Plaza de Mayo Lîdîa Almeîda jiyana xwe ji dest da

Li Arjantînê yek ji sembolên têkoşîna mafên mirovan Lîdîa "Taty" Almeîda di 95 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Lîdîa Almeîda yek ji kesayetên pêşeng ên ku di têkoşîna eşkerekirina aqûbeta bi hezaran kesan de cîh girtiye.

Navenda Nûçeyan – Almeîda ji bo aqûbeta kurê xwe Alejandro ku di dema dîktatoriya leşkerî de bi zorê hat windakirin nêzî 50 sal têkoşîn meşand.

Lîdîa Almeîda ji sala 1977’an û vir ve her Pêncşemê li Meydana Plaza de Mayo ya Buenos Airesê beşdarî xwepêşandanan bû, wekî yek ji pêşengên dayikên ku li aqûbeta zarokên xwe yên winda digeriya dihat nasîn. Kurê wê Alejandro, di Hezîrana 1975’an de ji aliyê komên paramîlîter ên dij-komunîst ve hat revandin û careke din jê agahî nehat girtin.

‘Şervanek bêwestan ku rêz li jiyanê digirt’

Dayikên Plaza de Mayo diyar kirin ku Lîdîa Almeîda heta rojên xwe yên dawî jî xebata xwe domand û anîn ziman ku têkoşîna wê ya edalet û heqîqetê îlham daye nifşan. Seroka berê ya Arjantînê Cristina Fernándezê de Kirchner, Lîdîa Almeîda wekî "şervanek bêwestan ku rêz li jiyanê digirt" bi nav kir.

Lîdîa Almeîda yek ji kesayetên pêşeng ên ku di têkoşîna eşkerekirina aqûbeta bi hezaran kesên ku di dema dîktatoriyê de bi zorê hatine windakirin û darizandina berpirsyaran di bîra mirovan de cihê xwe girt.