Yek ji encamên şerê 40 rojan: Xîzanî û bêkariya jinan
Daneyên nû nîşan dide ku piştî 40 rojên şer bêkariya jinan zêdetir bûye. Vê krîza ku zêdetir bandorê li jinên debara malê dikin kiriye, nîşan dide ku dê xizanîbûna jinan zêdetir bike.
Navenda Nûçeyan – Her çend encamên aborî yên şerê 40 rojan bandor li jiyana welatiyan dike jî, daneyên nû nîşan didin ku herî zêde jinan ji krîza piştî şer zirar dîtine. Zêdebûna bêkariyê, bi taybet di nav jinên ku debara malên xwe bi tenê dikin de, ne tenê wan ji bazara kar derdixe, di heman demê de metirsiya xizaniya berfireh û kûrbûna pirsgirêkên civakî jî zêde dike.
Pispor vê meylê wek hişyariyek cidî ji bo pêşeroja civakê dinirxînin. Tevî ku li ser bi dawîbûna şer re hefte derbas bûne, bandorên wêranker li ser bazara kar her ku diçe zêdetir tê dîtin. Ji kar derxistin, girtin an kêmkirina gelek karsaziyan û kêmbûna aborî ya ji ber krîzê bi hezaran kes ji hêza kar derxistine. Di vê pêvajoyê de, jin li gorî gelek komên din ên civakî bi metirsiya ji kar derxistin û bêkariyê re rû bi rû mane.
Jin ji mêran zûtir ji bazara kar têne dûrxistin
Beriya demek kurt Cîgira Seroka Daîreya Karûbarên Jin û Malbatê ya Serokkomariyê, Zehra Behruz Azer, ragihand ku di hejmara jinên bê kar mayîn de zêdebûnek girîng hatiye jiyîn. Li gorî agahiyên daye, nêzî ji sêyan yekê serlêdanên ji bo sîgortaya bê kariyê di nava 40 rojên dawî de hatin kirin jin in.
Ev dane di demek ku rêjeya jinan li Îranê di karên qeydkirî de ji ya mêran pir kêmtir e derket holê. Ev nîşan dide ku jin ji mêran zûtir ji bazara kar têne dûrxistin.
Ev helwestên cudakar û bingehê zayendî digre
Pisporên civaknasiyê diyar dikin ku ji kar derxistina jinan di demên krîzê de ne tenê pirsgirêkek aborî ye, di heman demê de çavkanî ji helwestên cudakar û bingehê zayendî digre. Li gelek cihên kar, hîn jî têgihîştina ku mêr debara malbatê dikin û karê jinan kêmtir pêwîst e hakime. Ji ber vê nêzîkatiyê, gelek caran dema diçin kêmkirina personelan yên ku destpêkê ji kar tên derxistin jin in.
Civaknas Sîmîn Kazimî dibêje ku di krîzên aborî de, herî zêde jin ji ber di hêza kar de di cihê newekhev dene ziyanê dibînin. Li gorî Sîmîn Kazimî, tevî ku li welat ji sedî 22’ê malbatan jin rêve dibin, di pêvajoyên biryargirtina aborî de derfetên kar ji bo jinan di rêza duyem de tê hesibandin.
Her wiha, rêjeyek girîng ji jinên dixebitin di aboriya nefermî, beşên xizmetê, atolyeyên biçûk û deverên ku ewlehiya kar û parastina ewlehiya civakî pir kêm in de dixebitin. Ji ber vê, dema krîzek aborî derdikeve holê, piranî yên ku destpêkê karê xwe winda dikin jin in.
Dûrxistina jinan ji bazara kar wan dixe bin hiyerarşiya aborî û civakî
Ji bo gelek jinan, bêkarî tenê nayê wateya windakirina debarê. Pispor hişyar dikin ku dûrxistina jinan ji bazara kar wan dixe bin hiyerarşiya aborî û civakî, serxwebûn û hêza wan a biryardanê bi awayek cidî qels dike.
Ji bo jinên ji malbatên kêmdahat, bêkarî tê wateya nekarîna peydakirin pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê. Di salên dawî de, bi zêdebûna cidî ya mesrefên xwarin, xanî, tenduristî û perwerdeyê re, windakirina dahatê ya gelek malbatan dixe xetereya xizaniya mutleq.
Li gorî pisporan, jinên ku debara malbatên xwe dikin di nav komên ku herî zêde ji encamên bêkariyê bandor dibin de cih digrin. Ji bo van jinan, windakirina karên xwe dê encamên giran ên wek metirsiya bêmalbûn, kêmbûna xurekê ji bo zarokan, dev ji perwerdeyê berdan û zêdebûna pirsgirêkên cûrbecûr ên civakî bi xwere bîne.
Jinên ji beşa navîn berbi karên malê ve kîşandin
Encamên bêkariyê bi beşên kêm-dahatî re sînordar namînin. Ji bo jinên beşa navîn, windakirina kar dikare bandorên kûr li ser jiyana kesane û malbatê bike.
Serbixwebûna aborî wek yek ji faktorên herî girîng di zêdekirina hêza biryardanê ya jinan di nav malbatê de tê dîtin. Dema jin karên xwe winda dikin, girêdayîbûna wan a darayî bi endamên din ên malbatê re zêde dibe. Ev dikare bibe sedema sînordarkirinên li ser serxwebûna wan a kesane û civakî.
Li aliyê din, pispor destnîşan dikin ku bêkariya demdirêj jinan ji jiyana civakî dûr dixe, hestên bêqîmetî û tenêtiyê kûrtir dike. Ji ber dema were fikirîn ku li Îranê derfetê dîtîna kar ji bo jinan ji ya mêran zehmettire, vegera wan a bazara kar hîn zortir dibe.
Hertim destpêkê jin ji krîzan bandor dibe
Li gorî daneyên fermî, li Îranê rêjeya derfetên kar ji bo jinan hîn jî pir kêm e. Tenê nêzîkî ji sedî 11’ê jinan beşdarî bazara kar dibin. Lê belê, ev beşdariya sînorkirî jî di her krîzek aborî de bi gefên cidî re rû bi rû dimîne.
Ezmûnên berê nîşan didin ku jin di nav komên destepêkê de ne ku di demên cûda de, ji ambargoyên aborî bigire heta pandemiya Covid-19 û krîzên ewlehî û leşkerî, karên xwe winda dikin. Îro, gelek pispor bawer dikin ku şerê 40 rojî heman şêweya newekhev dubare kiriye.
Tiştê ku vê tabloyê hîn zêdetir bi fikar dike, bêxemiya pergalî ya li hember pirsgirêka bêkariya jinan e. Li gorî pisporan, ji kar derxistin û bêkarbûna jinan pir caran wek krîzek civakî nayê hesibandin. Ji ber vê, polîtîkayên piştgiriyê yên bi bandor û berfireh ên ku armanc dikin ku jinan ji nû ve tevlî bazara kar bikin, wek tê xwestin nayên pêşxistin.
Xizanîbûna jinan: Ji bo hemû civakê metirsiye
Civaknas hişyarî didin ku ger ev meyla heyî bidome, diyardeya ‘Xizanîbûna jinan’ dê hîn kûrtir bibe. Ev têgeh behsa wê rastiyê dike ku jin li gorî komên din ên civakî bi metirsiya bêparbûna aborî û xizaniyê re rû bi rû ne.
Di nava jinan de zêdebûna bêkariyê, ne tenê pirsgirêkek kesî an malbatî ye; Di heman demê de, encamên ku bandorê li tevahiya civakê dike bi xwere tîne. Zêdebûna xizaniyê, bê malmayînê, ber bi karên bê ewle û neqeydkirî ve çûyîn, zêdekirina debara jiyanê wek berhevkirina bermahiyan, zêdebûna tundiya di nava malê de û kûrkirina pirsgirêkên curbecur ên civakî ji encamên dûrxistina jinan ji bazara kar in.
Pispor her wiha diyar dikin ku dûrxistina jinan ji qada kar tê wateya bêparkirina civakê ji beşek girîng a sermayeya mirovî û kapasîteya wê ya pêşveçûnê. Civakek ku nîvê nifûsa xwe ji derfetên aborî yên wekhev bêpar bike, ne tenê di warê edaleta civakî de, di heman demê de di warê armancên pêşketina domdar û serkeftinê de jî, dê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû bimîne.