‘Yê ku komkujiyan dike xwedî heman feraseta DAIŞ’ê ye’

Endam û rêveberên Meclisa Îslama Demokratîk komkujiya li Dêra Mar Îlyas a li Şamê şermezar kirin, tekez kirin ku peyama olan hezkirin, edalet û aştî ye û gotin: “Komkujî sûcekî dijmirovî ye, rêveberiya demkî ya HTŞ’ê ji vê yekê berpirsyar e.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di 22’yê Hezîranê de li dijî Dêra Mar Îlyas a li taxa Diwêla ya Şamê êrîşeke xwekujî pêk hat, di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn. Êrîşa ku pêk hat qaşo “Seraya Ensar  El Snna” girt ser xwe. Vê yekê fikarên pêkhateyên Sûriyeyê zêde kir. Endam û rêvberên Meclisa Îslama Demokratîk komkujiya li Dêra Mar Îlyas şermezar kirin, destnîşan kirin ku rêveberiya demkî ya HTŞ’ê ya cîhadîst ji vê komkujiyê berpirsiyar e û banga hevgirtina bi gelê Sûriyeyê re kirin.

‘Ola Îslamê banga hezkirin aştî û hevgirtinê dike’

Endama Rêveberiya Ofîsa Jinan a komeleya El Beyt a Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xilûd Xidir Şêx Îsa da zanîn ku êrîşa li ser Dêra Mar Îlyas êrîşeke ji bo gurkirina nakokiyên mezhebî ye û wiha anî ziman: “Em komkujiya li ser gelê Xirîstiyan şermezar dikin û kesên bi navê misilmaniyê êrîş û qetîlaman pêk tînin bi tundî şermezar dikin. Ola Îslamê banga hezkirin, wekhevî, edalet û exlaq dike, xwînrijandin û kuştina mirovan guneh û sûcekî mezin dibîne. Em di pêvajoyeke wisa de derbas dibin ku Îslamê bi siyasetê ve girê didin ji bo berjewendiyên xwe pêk bînin, bi vê yekê Îslamê reş dikin û dibe mertirsiyek li ser ol û mezhebên din. Dema Hz. Mihemed koçberî Hebeşê bû wê demê yê ku wî pêşwazî kir Melek Necaşî yê bi eslê xwe Xirîstiyan bû. Ev tê wateya ku hezkirin, yekîtiya gelan û hevqebûlkirin di wê demê de hebû, pêwist e bi vî rengî her kes nêzî ol û baweriyan bibe û qebûl bike.”

‘Pêwist e aliyên ku Îslamê bi siyasetê ve girê didin û reş dikin werin cezakirin’

Xilûd diyar kir ku li dijî ol û baweriyan siyasetek qirêj tê meşandin û wiha got: “Di ola Îslamê de exlaq girîng e, mirov bi exlaqê xwe mezin dibe. Di Sûriyeyê de gelek mezheb, ol û bawerî hene û li dijî wan siyasetek qirêj tê meşandin, dixwazin di navbera her pêkhate, ol û baweriyan de xeteke sor çêbikin û di civakê de belavbûnê çêbikin. Em weke gelê Sûriyeyê zana û xwedî bawerî ne, em li hemberî van siyasetan şiyar in û bang li hikûmeta demkî dikin ku êrîşê cudahiyan neke û kesên ku bi van kiryar û sûcan radibin werin girtin û cezakirin. Pêwist e aliyên ku Îslamê ji bo berjewendiyan bi kar tînin û reş dikin werin cezakirin.”

‘Li Sûriyeyê DAIŞ zindî dibe’

Endama Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk Ezîza Hiso tekez kir ku sistbûna ewlehiya Şamê rê li ber zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê vedike, ev berpirsyariyeke neteweyî ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di sala 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîş gundewarên Aşûriyan ên navçeya Til Temirê kirin. Destpêkê dêr hatin şewitandin, gelek kes hatin revandin û qetilkirin. Ev yek bû sedema koçberiya xelkên xirîstiyan ji herêmê. Di Sûriyeya nû de me hêvî dikir ku her kes vegere cih û warê xwe, bi ewle bijî lê mixabin bûyerên li Sûriyeyê diqewimin metirsyek li ser bawerî û neteweyan çêdikin. Bûyera ku li Dêra Mar Îlyas pêk hat berdewama kiryar û zindîkirina fikrên DAIŞ’ê ye.”

‘Sîstema Rêveberiya Xweser ol bawerî û mezheban ji reşkirinê diparêze’

Ezîza destnîşan kir ku sîstema Rêveberiya Xweser cewherê ol û baweriyan diparêze û wiha anî ziman: “Kongra Îslama Demokratîk hemû ol, bawerî û mezheban di nava xwe de dihewîne, gulistaneke rengîn e, li ser esasê hezkirin, exlaq û aştiyê kar û xebatên xwe dide meşandin. Ev yek jî bi saya fikir û ramanên Rêber Apo pêk hat. Pergala ku Rêbertî daye pêşiya me, xwedî nirx e û giranbuha ye ji ber ku yekemîn car di dîroka mirovahiyê de banga hevgirtin, edalet û wekheviyê dike û li dijî reşkirina ol û girêdana wê bi siyasetê ye .Em bûyera Dêr Mar Îlyas şermezar dikin û bang li hikûmeta Şamê dikin ku sîstema Rêveberiya Xweser esas bigre ji ber ku ev sîstem mafên neteweyan diparêze. Sûriye xwedî rengîniya ol, mezheb û pêkhateyan e û yê ku vê rengîniyê diparêze Sîstema Rêveberiya xweser e.”