Yara El-Cebûrî ya Iraqî di pêşbirkan de îradeya jinan îspat kir
Yara El-Cebûrî ya Iraqî di bazdana pêşbaziyan de serkeftinan bi dest dixe û rêyeke diafirîne da ku Iraqê bi bawerî û hewesekê di şampiyoniyên Erebî û navneteweyî de temsîl bike.
RECA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Siwara hespan a Iraqî Yara El-Cebûrî hewesa xwe ya zarokatiyê ji bo siwarbûna hespan veguherandiye kariyerek profesyonel ku di destpêkê de di bazdana pêşbirkan de destkeftiyên xwe bi dest xistiye. Tevî dijwarî û zehmetiyan wê xwe bi awayekî xurt damezrandiye, bûye navekî sozdar di tîma neteweyî ya Iraqê de û armancên wê, gihîştina podyûmên Erebî û navneteweyî ne.
Evîna wê ji bo siwarbûna hespan zû veguherî rêyek profesyonel
Yara El-Cebûrî dest bi gelek hobiyên wek wênesazî, melevanî û siwariya hespan kir, lê piştî ku wê perwerdehiyek dijwar di warên cûrbecûr ên siwarbûnê de ji pêşbirka lezê bigre heya safariyan dît, evîna wê ji bo siwarbûna hespan zû veguherî rêyek profesyonel. Yara El-Cebûrî bawer dike ku siwarî werzîşek bêhempa ye û wê weke “Tenê werzîşa ku mirovekî bi afirîdeyek din ve girê dide” bi nav dike. Yara El-Cebûrî destnîşan dike ku bidestxistina serkeftinê hewceyî avakirina baweriya hevbeş û agahiyek laşî û derûnî di navber siwar û hespa wî de ye.

Destkeftiyên destpêkê
Yara El-Cebûrî di tûra yekem a Lîga Bazdana Pêşbirkê ya Iraqê ji bo kategoriya 80 km de, di nav 24 siwarên ji parêzgehên cûda yên Iraqê û Herêma Kurdistanê de, di şampiyoniya ku li klûba El-Meşher a Bexdayê hate li darxistin de, pileya yekem bi dest xist.
Her wiha Yara di Şampiyoniya Remezanê ku ji hêla Federasyona Siwarbûnê ya Iraqê ve di 26 û 27’ê Sibatê de li El-Hedriyeyê hate lidarxistin de, pileya yekem bi dest xist û di heman kategoriyê de bi 42 çirkan rekor şikand. Niha ew endama tîma neteweyî ya bazdana pêşbaziyê ya Iraqê ye.

Astengî û îsrarbûn
Tevî temenê xwe yê biçûk, Yara El-Cebûrî bi gelek pirsgirêkên civakî re rû bi rû ma. Ya herî berbiçav jî, nêrîna bavsalarî ya ku vê werzîşê tenê bi mêrên ciwan ve sînordar dike ye. Derbarê vê yekê de, got ku “Bidestxistina pozîsyonên jorîn ne hêsan bû, ji ber ku pêşbazî pir xurt bû, lê xîret di perwerdehiya rojane ya dijwar de, rizê serkeftina min bû. Ez rastî redkirina hin kesan a fikra jina siwarî hatim, lê bi îrade û biryardariyê min îspat kir ku jin xwedî hêz, jêhatîbûn û behreya fîzîkî ye ku ew diakre bibe siwar. Piştgirên min ên herî mezin dê û bavê min in, her wiha rahênerên min ku gelek hewl dane min perwerde bikin û jêhatiyên min baştir bikin.”
Armanc û xeyalên wê
Derbarê çawaniya derbaskirina zextê ya di dema pêşbirkan de, Yara El-Cebûrî da zanîn ku ew rêbazek taybetî ya derûnî bikar tîne û wiha berdewam kir: “Ez dîwarekî xeyalî xeyal dikim ku min ji cîhana derve û zextên temaşevanan vediqetîne, da ku dema ku ez li ser hespê me tiştek bandorê li performansa min neke . Her tim hewl didim ku armancên mezintir bi dest bixim û pêşeroj çêtir be. Hêvî dikim ku ala Iraqê di forum û şampiyoniyên erebî û navneteweyî de bilind bikim.”
Bi vê biryardariyê û serkeftinên li pey hev, Yara El-Cebûrî di pêşeroja bazdana pêşbirkan de li Iraqê wek navek sozdar xuya dike.