Tulay Hatîmogûllari : Kampanya û senaryoya komployê têk çû

Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê da û got: “Axaftin li ser asayîbûna norma ku AKP’ê ji xwe re afirandiye, tê kirin. Ev ne asayîbûne e.”

Enqere- Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Meclisê di komcivîna partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxandin. Nûnerên rêxistinên siyasî, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesayet beşdarî komcivînê bûn. Her wiha malbatên siyasetmedarên ku di Doza Kobanê de ceza li wan hat birîn jî beşdarî civînê bûn.

Tulay Hatîmogûllari komkujiya ku 160 sal berê li dijî çerkezan pêk hat şermezar kir û got: “Me qirkirina ku li ser çerkezan pêk hat û sirgûna wan qet ji bîra nekiriye û em ê ji bîra nekin. Ez carek din di hizûra we de hemû cangoriyên çerkez bi bîr tînim.”

‘Ya ku hat darizandin û cezakirin rûmeta gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye’

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku cezayê li siyasetmedarên di Doza Kobanê de hat birîn li "mafê îtîraza civakî hat birîn" û wiha got: "Di Doza Kumpasê ya Kobanê de 24 hevalên me siyaset dikin, ji ber ku li ber komkujiya DAIŞ’ê rabûn, ji ber ku serê xwe li ber vê rejîmê netewandin û zilma Erdogan û AKP’ê qebûl nekirin, bi 407 sal û 7 mehan hatin cezakirin. Di heman demê de ev ceza li îradeya gel hatiye birîn. Di şexsê siyasetmedaran de civak hatiye cezakirin. Hevalên me ji ber ku ji hovîtiya DAIŞ’ê re gotin na, hatin darizandin. Ji ber ku hevalên me xwedî li ax û rûmeta Kobanê derketin hatin darizandin û cezakirin. Ya ku hat darizandin û cezakirin rûmeta gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye.

‘Ji kuştina zarokekî tola siyasî ji hevalên me destînin’

Ev dozek kumpasê ye û bi her awayê xwe dozek siyasî ye. Ji ber ku xeyala yên digotin, ‘Kobanê ket wa dikeve’ di qirika wan de ma, vê dozê wek tolhilanînê derxistin. AKP-MHP û yên ji bo ku tola xwe hilînin bi salane îdia dikin ku Yasîn Boru ji aliyê hevalên me ve hatiye kuştin. Ji kuştina zarokekî tola siyasî ji hevalên me destinin. Ev senaryo ya îktidarê bi xwe ye. Wîjdanê wan nemaye û em bi ferasetek wiha re rû bi rû ne. Erdogan hê duh jî derewên ku li ser kuştina Yasîn Boru dîsa kir. Dixwaze bi meseleya Yasîn Boru xelkê bixapîne. Tu hevalek me ji mirin û kuştinan ne berpirsiyar e. Bila hemû raya giştî ya Tirkiyeyê bibîne ku Erdogan çawa derewan dike û li ser hevalên me dezenformasyonê dike. Bila hemû raya giştî guhê xwe veke û baş li van derewên wan guhdar bike.

‘Em ceza û biryarên we nas nakin’

Qet şerm jî nekirin bi salan hevalên me bi cînayetê sûcdar kirin. Li meydanan bi awayekî bêheya ferman dan darazê. Lê we di nava rûpelên qirêj ên dîrokê de cih girt. Niha çi bû? Hevalên me ku bi salane ji kuştinan dihatin darizandin û sûcdarkirin, niha hemû beraet bûn. Cezayên li wan hatine birîn hemû ji ber axaftinên wan in. Kampanya û senaryoya derewan, îftira û kumpasê têk çû. Desthilatdarî û şirîkên xwe di bin vê têkçûnê de mane. Ev cezayên ku li hevalên me hatine birîn di çavê me û gelê me de tune ye û em ceza û biryarên we nas nakin.

‘Roja ku hevalên me hatin cezakirin, darbekarên 28’ê Sibatê hatin berdan’

Roja ku hevalên me hatin cezakirin, darbekarên 28’ê Sibatê jî hatin berdan. Em gelek di wê ferqê de ne ku hûn vê peyamê didin kî. Me jî peyama xwe bi van biryaran re girt. Qaşo qala asayîbûnê dikin lê asayîbûnek bê Kurdan dikin.

‘Demîrtaş û Yuksekdag silav û hezkirinên xwe ji gelê me re şandin’

Ez û hêja Tuncer Bakirhan duh û pêr me serdana Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag kir. Moralê wan gelek zêde bû û biryara derbarên xwe de bi metanetî pêşwazî kirine. Me qala têkoşîna xwe ji hev re kir û me biryardariya berdewamiya têkoşîna xwe ya azadiyê û demokrasiyê da. Her duyan jî silav û hezkirinên xwe ji gelê me re şandin.”