‘Ya ku em tê de îsrar dikin bidawîbûna şerê hilweşîner e’
Civaknas Sosen Raxeş têkildarî pevçûnên di navbera Îran û Îsraîlê de nirxandin kir û got: “Tekane tişta em tê de îsrar dikin, bidawîbûna şerê hilwşîner e. Serkeftina şer nabe, zêdetir gel ji ber şeran zirarê dibînin.”
Navenda Nûçeyan- Piştî ku Îsraîlê di 13’ê Hezîranê de êrîşên bi nava ‘Operasyona Şêrê Bilindbûyî’ li dijî Îranê dest pê kir û bersivdayîna Îranê, li herêmê tansiyon bilind bû.
Têkildarî mijarê civaknas Sosen Raxaş diyar kir ku tu serkeftinên şer nîn e tenê bi gelan dide windakirin.
Sosen Raxaş anî ziman ku Îsraîl bi êrîşa li dijî Îranê, hedef dike ku zextên şerê li dijî Xezayê daye destpêkirin kêmtir bike û got: “Îsraîl ji mutefîkên xwe jî ji bo Xezayê banga ‘dawî li vê zilmê bîne’ digre. Xwest balê ji ser Xezayê bibe.”
‘Îsraîl bê desteka hundirîn nikare êrîşeke wisa pêk bîne’
Sosen Raxaş da zanîn ku Îsraîl hewl dide li herêmê bibe hêza sereke û wiha domand: “Netanyahu bi xwe eşkere kir ku êrîş bi riya sîxur û komên girîdayî wî di hundir de pêk aniye. Ev rewş nîşan dide ku di nava Muhafizên Şoreşê de kombûn heye û ev kom hewl dide ya din tune bike. Jixwe Îsraîl bêyî desteka hundirîn nikare êrîşek wisa pêk bîne. Têkoşîna ji bo hêzê ya di nava Komara Îslamê de rê li ber hedefgirtina lîderên leşkerî yên payebilind vekir. Îsraîl hewl dide welatên xwedî artêşa bi hêz lewaz bike.”
Bandora êrîşan li ser civakê
Sosen Raxaş têkildarî bandorên aborî û civakê yên şer wiha got: “Krîzên aborî wê kûr bibin, enflasyon wê zêde bibe. Di dîrokê de heman rewş qewimîn. Niha jî windahî hene lê belê divê ji gotinên rejîmê neyê bawerkirin. Herdu alî jî şer dikin û girîngî nadin mafên gel. Tekane tişta ku em tê de îsrar dikin, bidawîbûna şerê hilweşîner e. Serkeftina şer nabe. Tişta ku zêde zirarê dide gelan şer e.”