Xwepêşandanên Rojhilat û Îranê di roja 15’an de didome
Di xwepêşandanên seranserî welat de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn û zêdeyî 3 hezar xwepêşander hatin binçavkirin. Şahid destnîşan dikin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir in.
Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên li seranserî Îranê destpê kirin, di roja xwe ya 15’an de didome. Li gorî çavkaniyê mafê mirovan herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûne û zêdeyî 3 hezar xwepêşander hatine binçavkirin. Êrîşên yekîneyên ewlehiyê û pevçûnên li bajar didomin, li gelemperî welat bînesazî û pergala têkiliyan felc bûye. Di vê qadê de gel di şertên qutbûna înternetê de, bi girêdana peykên sînordar hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.
Raporên qadê nîşan dide ku mudaxelya xwepêşandanan herku diçe tund dibe.
Rojhilatê Kurdistan
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, piştrast kir ku li nêzî zanîngeha Beheştî ya Tahranê bi guleyan li piştve raste rast li xwendekarê Kurd Rubina Amînian hate dayîn û jiyana xwe ji dest da. Parêzvanên mafan diyar kir ku dema malbat ji bo teşxiskirina cenaze çûn, hejmarek zêde ya cenazeyên ciwanên xwepêşander dîtine. Tevî astengiyan malbatê cenaze bi veşartî defin kirin.
Urmiya û Kirmanşan
Yekîneyên taybet, êrîşî taxên Hasanî û Kasanî ya Urmiye kirin, hema bêje vegerandine baregehek a leşkerî. Parvekirinên ku ji taxên Teqbesta û Derdehrîc û Caferabad ya Kirmanşanê, nîşan dide ku tevî şevê dengê çekan û pevçûnên dijwar hebûn. Rayedarên nexweşxaneyê rewş wek ‘krîtîk û trajîk’ bi nav kirin.
Îlam
Hate diyarkirin ku hêzên ewlehiyê 7 xwepêşanderên li bajar li pêş bû tesbît kir û binçav kir, di van operasyonan de xwepêşanderekê jiyana xwe ji dest û yên din jî hatine girtin.
Sine
Serokê Edaletê ragihand ku bêyî dayîna hûrgûliyan lîderên xwepêşandanan binçav kirine.
Tahran û Karac
Li taxên rojava û bakur yên Cennetabad, Heravî û Qeytariye xwepêşandan didomin. Li gorî Kovara Tîme, tenê li paytextê di 6 nexweşxaneyan de cenazeyê 217 xwepêşanderan heye. Piranî xwepêşander hatin hedefgirtin û hate diyarkirin ku bi guleyên şer hatine qetilkirin. Şahid diyar dikin ku, saziyên ewlehiyê bi zorê cenazeyan ji morgan derdixin.
Wehşeta tê jiyîn bi dîmenan hate belgekirin
Xwepêşandanên berfireh ên li derdora qada Kaj a Saadatabadê û pevçûn di dîmenan de hate teyîsin. Di nava xwepêşanderên ciwan û polîsan de pevçûn tên dîtin. Dîmenên ji Maşhedê, pevçûnên dijwar ên navxweyî yên bajar û pevçûnên raste rast ên kolanan tê belgekirin. Li Tebrîzê, di deman de tê dîtin ku çekên giran ji bo belavkirina xwepêşanderan tên bi karanîn.
Li Zahedanê hate balegekirin ku derdora mizgefta Makî û sîteya ‘Hal-o Show’, hêzên bi cilên sivîl raste rast bi guleyan êrîş kirine, bi dehan kes bi giranî birîndar bûn. Çavkaniyên mafê mirovan, diyar kir ku di du rojên dawî de li Zahedanê zêdeyî 200 kes jin, zarok û xwendekar di nav de hatine binçavkirin.
Hate raporkirin ku li Çabahar, Saravan û Îranşehr ê, hejmarek zêde ya xwepêşanderan hatine binçavkirin, ji ber qutbûna înternetê, rewşa wan nizanin. Dîmenek ji Yasuj, nîşan dide ku xwepêşanderek hatiye binçavkirin. Hêzên ewlehiyê bi bikaranîna gaza dijwar hewl didin xwepêşanderan belav bikin. Li bajarokê Şenaran a eyaleta Xorasanê, çavkaniyên mafê mirovan û dîmen piştrast dikin ku di encama guleyên raste rast de 5 welatiyên Kurd hatine qetilkirin. Mirina Akram Pirgazî ya li Neyşabur ê, rê li ber hêrsek mezin vekir. Li bajarê Rust, qetilkirina şampiyonê pêşxistina beden ê navnetewî, xwepêşandanên li Gîlanê bir qonaxa nû ya grevê.
Firîn hate betalkirin
Bi dijwarbûna pevçûnan re, di qada hewayî ya Îranê de de pirsgirêkek cidî ya ewlehiyê hate jiyîn. Riya Hewayî ya Tirk (Türk Hava Yolları), Flydubai, Pegasus û AJet di nav de hejmarek zêde ya rêyên hewayê yên navnetewî, firînên Tahran, Meşhed, Şîraz û Tebrîz betal kir. Têkiliya welat a bi derve re hema bêje bi temamî qut bûye. Zanîngeha Azad û wezareta perwerdeyê, ragihand ku hemû ezmûn betal kirine û dibistan û zanîngeh girtine. Ev gav weke pêngava li dijî astengkirina avabûna kombûna xwendekaran hate nirxandin.
Zexta darazê
Li welat daxuyaniyên dozger û dadgeran derbarê cezakirina xwepêşandaran de, di domin. Serdadger, kesên di binçavan de bi sûcên teşwîqkirina serhildanê gef lê xwarin û xwest demildest doz werin vekirin. Ajansa Nûçeyan a Tasnim ya girêdayî Sepah, xwepêşandan wek ‘terorîst’ îlan kirin, îdea kir ku xwepêşanderên di bin çavan de teqemenî bi dest xistine. Abbas Iraqçî, bi rayedarên Oman re hevdîtin kir û dema hewl da krîzê wek ‘pirsgirêkên hundirîn’ bi nav bike, hezar û 150 endamên perwerdeya zanîngehê bi nameyek vekirî bal kişand ser hilweşîna dilsoziya dewlet û civakê û daxwaz kir ku divê demildest tundî bê sekinandin.
Dijîtal wek amûra propagandayê tê bikaranîn
Li Îranê 4 roje qutbûna înternetê didome, li ser X (Twittera berê) di peyamên Alî Hamaney de, îfadeyên ‘zaferê’ cih girt. Ev nakokî, polîtîkayên cot yên di mijara medyaya hikûmet û qada medyayê de û di qada ku dengê xwepêşanderan bêdeng bikin de qada dijîtal wek mûra propagandeya bi kartînin nîşan dide. Biryara axaftina weşana zindî ya serokkomar ji bo gel de, bê çarebûna hikûmetê ya hewldana îqnakirina civakê nîşan da. Analîs, vê axaftinê wek ‘Xapandina siyasî û daxwazên reformê’ an jî ‘hişyariya dawî ya zextên berfireh’ di nirxînin. Lê belê beşdariya girseyî ya kolanan, nîşan dide ku gel ketiye qonaxek jê neveger.