Xwepêşandanên li Zanîngeha Tehranê di roja duyemîn de didome
Xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Tehranê yên sendîkayî di roja duyemîn de didomin. Li gorî çavkaniyên Fakulteya Hiqûq û Zanistên Siyasî, Lijneya Dîsîplînê bi riya telefonê bangî xwendkarên çalakger kiriye.
Tehran – Xwendekarên Zanîngeha Tehranê, xwepêşandanên xwe yên bi armanca şermezarkirina betalkirina lîsteyên yurdê ya hinek hevalên xwe, di roja duyemîn de didomînin. Gelek xwendekarên xwepêşander, ji bo Lijneya Dîsîplînê ya zanîngehê hatin gazîkirin.
Li gorî agahiyên ku ajansa me ji Fakulteya Hiqûq û Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Tehranê girt, gelek xwendekarên xwepêşander bi riya telefonê ji bo Lijneya Dîsîplînê hatine gazîkirin. Xwendekarên hatin gazîkirin, ji ber protestokirina betalkirina mafên xwe yên yûrdê, rastî pêvajoyên dîsîplînê hatin. Hat gotin ku xwendekar ji ber pirsgirêkên teknîkî û helwestên neheq ên endamên juriyê nekaribûne tezên xwe di wextê xwe de bikin, ji lîsteyên yûrdê hatine derxistin û ev yek bûye sedema dirêjkirina demên perwerdeya wan.
Xwendekar ji lîsteyên yûrdê hatin derxistin
Rêveberiya zanîngehê, bi hinceta "standardkirinê" xwendekarên ku demên perwerdeya wan dirêj bûne, ji lîsteyên yûrdan derxistin. Ev rewş bû sedem ku xwendekarên xebatên xwe yên laboratuarê temam nekirine jî bê yûrd bimînin û kirê û lêçûnên jiyanê yên zêde xwendekar di rewşeke zehmet de dihêle. Xwendekar, daxwaz dikin ku demên mayîna wan li yûrdê bê dirêjkirin an jî mercên ji bo mezûnbûnê bên hêsankirin.
Her wiha li gorî çavkaniyan, xwendekarên din ên bertek nîşanî zextên zêde, şert û mercên xwarinxane û polîtîkayên serpoşa mecbûrî nîşan dane jî piştgirî dan xwepêşandanan û gotin ku bi bangên ji bo dîsîplînê armanc ew e xwendekaran bitepisînin.