Xwepêşandanên hemşîreyan li Îranê didome

Hemşîreyên li parêzgeha Golestanê ya Îranê, li ber fakûlteya tibî û avahiya walîtiyê li dijî derengketina mûçe û pirsgirêkên dahatê xwepêşandanek li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Hemşîreyên li parêzgeha Golestanê ya Îranê, li ber dibistana bijîşkî û ofîsa parêzgar li dijî derengketina mûçe û pirsgirêkên dahatê xwepêşandanek li dar xistin.

Hemşîreyên beşdarî xwepêşandanê bûn, diyar kirin hêj mûçeyên wan ên 9 mehan hatiye dayîn û tenê ji sedî 50’î mûçeyên wan ên meha Nîsanê hatiye dayîn.

Hemşîreyan, destnîşan kirin ku heta dayîna mûçeyan wê xwepêşandanên xwe bidomînin.

Hêjayî gotiyê ku hemşîreyên li eyaletê hefteya borî, ji ber cîhneanîna sozên hatine dayîn û nedayîna mûçeyan, gelek xwepêşandan li dar xistin û daxwaza mafên xwe kiribûn.