Xwepêşandanên Îranê ket roja 25’an: Berxwedana li dijî zextê didome

Xwepêşandanên gel li Îranê di roja xwe ya 25’an deye û ev zêdeyî du hefteye înternet hatiye qutkirin, agahiyên ji qadê tên nîşan dide ku zexta rejîma Îranê ya rêxistinkirî gihaye qonaxek nû û krîza mirovî kûr bûye.

Navenda Nûçeyan- Xwepêşandanên gelê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî krîza aborî, siyasî û civakî di roja xwe ya 25’an deye. Ev du hefte zêdetire înternet bi temamî hatiye qutkirin, raporên ji qadê û daxuyaniyê fermî îşaret bi wê yekê dike ku li dijî xwepêşandanan zexta rejîma Îranê ya rêxistinkirî gihaye qonaxek nû û krîza mirovî kûr bûye.

Berxwedana li Rojhilat û domandina zextê

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku, di xwepêşandanên dawî yên gel ên Îranê de li Kirmanşan, Tahran û Şehr-î Rey, di nav de zarok û jin 5 welatiyên Kurd bi guleyên hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara Kurdên jiyana xwe ji dest dane û nasnameyên wan diyar bûne giha 58’an. Hate diyarkirin ku ji vana herî kêm 6 jê zarok in. 
Torê da zanîn ku ji ber zexta dijwar, komkujiyên zêde û qutbûna înternetê ev hejmar tenê bûyerên ku hatine piştrastkirin digre nava xwe, dibe ku hejmara rast ji vê gelek zêdetir be. Raporên serbixwe jî da zanîn ku hejmara kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest daye bûye hezar û bi sedan welatiyên Kurd di nava vana mirinan de cihên xwe girtine.

Hate diyarkirin ku ji bo malbat cenazeyên xwe bigrin neçar dibin pereyek zêde bidin, cenaze dibin tedbîrên tund ên ewlehiyê de defin dikin û gefê li malbatan dixwin. Di nava mirinên hatiye piştrastkirin de ji Salmasê zarokek 16 salî, ji Îlamê ciwanek 18 salî û ji Kirmanşanê Kurdek 20 salî yê ji baweriya Yarsan cih digre. Hemû jî di dema xwepêşandanên li Tahran an jî Şehr-î Rey de bi guleyên hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane. Hinek cenaze bi bedelên zêde yê pere hatine radestkirin, hinek jê jî dibin zexta ewlehiyê de li gundan hatine definkirin. 

Hate diyarkirin ku Supervîzorê Nexweşxaneya Îmam Alî ya Kirmanşanê Îlham Zeynelî, di dema xwepêşandanên li bajar de , bi guleya ji piştve pê ketî de birîndar bûye û tevî emelyata derbas kiriye jiyana xwe ji dest daye. Ceneze li Kirmanşanê hate veşartin. Hate diyarkirin ku Zeynel xebatkarek tenduristiyê rêzdar bû û dayîka xwe ya extiyar xwedî dikir. 

Hate îfadekirin ku welatiyek Kurd ê Selmasî, di xwepêşandanên li Tahranê de birîndar bû û piştî hate binçavkirin birine cihek ne diyar. Kesan li gel jiyana xwe ji dest da, têkildarî welatiyên hatine binçavkirin tu agahî nîne.  

Desena zextê, înkar û cezakirina giştî 

Raporên medyayê, bi taybet li Rojhilat, li dijî welatiyên Kurd zexta sîstematîk, înkar û cezakirina giştî derdixe holê. Ji piştve gule berdan, bikaranîna guleya rast, astengkirina merasîmên cenaze, bedelên bilind û gefxwarina malbatan nîşan dide ku polîtîkayek pergalî ya tirsandinê ye. Rêjeya zêde ya miriyan, binpêkirinên mafê bingehîn, binpêkirinên bikaranîna hêzê radixe ber çavan. Ji vê rewşê re hesbdayîna netewî û navnetewî pêwîst dike. Tevî qutbûna demdirêj a têkiliyan, dîmenên sînordar digihe medyayê, asta tundiya li dijî xwepêşanderan tê pêkanîna derdixe holê.  

Li dijî xwepêşanderan pêvajoya dadwerî ya lez

Serokê Dadgeha Bilind ragihand ku dosyayên kesên di xwepêşandanên dawî de hatine girtin, dê bi awayekî lez û bi biryar binirxîne û darizandin û cezakirina kesên mîna “hêmanên bêewlehiyê” tên binavkirin, bêyî daxistin bê kirin. Bi domdariya zextê re medyaya dewletê, ragihand ku li Tehranê der barê 15 kesayetên çandî û 10 îmzekarên Mala Sînemayê de doz hatiye vekirin û herî kêm 60 kafe, ji ber weşandina bangên xwepêşandanan şeva 7-8’ê Çileyê di bin çavdêriya dadwerî de ne.

HRANA: Di xwepêşandanan de zêdetirî 4 hezar kes mirin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand, hatiye piştrastkirin ku ji destpêka xwepêşandanên li Îranê ve herî kêm 4 hezar û 519 kes mirine û 9 hezar û 49 mirinên bi awayekî guman jî tên lêpirsînkirin. Di dema zextan de 5 hezar û 811 kes bi giranî birîndar bûn û li 188 bajaran jî 26 hezar û 314 kes hatin binçavkirin.

NetBlocks: Li Îranê qutbûna înternetê ya zêdetirê 300 saetan didome

Li gorî NetBlocks’ê, tevî qutbûna înternetê ya li seranserê Îranê 300 saetan derbas kir jî, pêwendî hê bi awayekî giran tê astengkirin. Qutbûna înternetê ya di 7’ê Çileyê de dest pê kir, zêdetirê 90 milyon kes ji gihîştina înternetê bêpar hiştin. Her çend rayedar behsa vegerandina sînorkirî dikin jî, gihîştin bi piranî bi platformên navxweyî ve sînordarkirî ye. Dema ku qutbûn rojane bi milyonan dolar zirar dide aboriyê jî, rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku ev yek xizmeta veşartina astên zextê ya li dijî xwepêşandan dike.

Ji Ewropayê helwestek nû

Parlamentoya Ewropayê, di rapora xwe ya polîtîkaya derve ya 2025’an de, rola bêaram a rejîma Îranê ya li Rojhilata Navîn şermezar kir û daxwaza girtina Muhafizên Şoreşê ya lîsteya terorê ya YE’yê, dubare kir. Serokê parlamentoyê, peyama xwe ya hevgirtinê ji bo kesên ku di xwepêşandanên Îranê de hatine qetilkirin şand û got: "Gelê Îranê ne hewceyî bêdengiyê ye, hewceyê azadiyê ye.”

Li gorî Reutersê, Konseya Mafên Mirovan a NY’ê dê di rojên pêş de ji bo nîqaşkirina rewşa li Îranê civînek awerte li dar dixe. Rayaderek, piştrast kir ku di xwepêşandanên dawî de herî kêm 5 hezar kes hatine qetilkirin. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, qetilkirinên girseyî şermezar kir û banga berdewamiya lêpirsîna NY’ê ya di sala 2022’an de dest pê kirin û mîsogerkirina fînansmana zêde kir.