Xwepêşandanên Îranê di roja 24’an de ye: Berxwedan didome
Tevî tedbîrên ewlehiyê, qutbûna internetê û binçavkirinan, xwepêşandanên gel li Îranê didomin. Li gorî raporên dawî 3 hezar û 919 kes hatin qetilkirin, zêdeyî 24 hezar kes jî hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Xwepêşandanên li seranserî Îranê kete roja xwe ya 24’an, li welat tedbîrên ewlehiyê, qutbûna înternetê û hebûna hêzên zextê didome. Ev rewş herçend di astek zêde de rê li ber valakirina kolanan veke jî, çalakiyên gel bi awayek sînordar hê didomin.
Atmosfera dijwar a ewlehiyê û navendên bajar ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine dorpêçkirin, li gel sînordarkirina derketinên kolanan a berfireh, derketina gel a bi awayek serbixwe tê astengkirin. Hêzên rejîmê kombûnên biçûk û du kesî belav dikin û binçav dikin.
Medya rastiyê nîşan nade
Li gorî dîmenek welatiyê Îlamê parve kirî, xwepêşander bê tirs û bir biryar daketine qadan, lê belê rastî zextek giran hatin. Welatî diyar dike ku hejmara kesên di xwepêşandanan de hatine qetilkirin gelek zêde ye û hejmara rast a mirî û birîndaran di medyayê de nayê nîşandan.
Li welat aqûbeta kesên hatine binçavkirin nayê zanîn. Aktivîstek sivîl ê Kurd ji Dehgolanî ku 40 salî ye, zewicandî û bavê zarokek e, li Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û birine cihek ne diyar. Hate diyarkirin ku kesê mijara gotinê berê jî hatiye binçavkirin. Dîsa welatiyek Kurd ku li Meriwanê dijî, ji aliyê hêzên ewlehiya bajar ve hate binçavkirin û birin cihek ne diyar. Li aliyê din pêr bişev li herêma Teq-e Bistan a Kirmanşanê dengê pevçûn û çekan hat bihîstin. Piştre hate diyarkirin ku hêzên ewlehiyê, bi armanca dîmenên xwepêşandanan bi dest bixin qemereyên cihê kar û û saziyên civakî kom kirine.
Ciwanên Kurd dibin hedef
Dîmenê bavek ji Kirmanşanê, li saziya Tiba Edlî ya Kehrîzak dema xatir ji cenazeyê zarokê xwe yê tekane yê 19 salî dixwaze, asta felaketa mirovî ya zextan carek din raxist ber çavan. Di dîmen de bavê dilbiêş, di nava bi dehan cenazeyan de di torbeyeke plastîk de cenazeyê kurê xwe dibîne. Ev sehne sembola tundiya bê rehme a rejîma Îranê ya li dijî xwepêşandanên Kurd e. Ciwanê Kurd ê mijara gotinê, ji ber beşdarî serhildanên gel bûye li Tahranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye qetilkirin.
Bajar hatin dorpêçkirin, cenaze bişev tên veşartin
Li gelek bajaran bicihkirina hêzên ewlehiyê, bi vegerîna taxan a wek xalên kontrolê re kolan di nava serdestiya ewlehiyê de man. Binçavkirinên zêde bûne, darizandinên lezgîn û gefên darvekirinê, wek amûra sereke ya avakirina tirsa di nava civakê de tê bikaranîn. Pêkanînên rejîma Îranê wek ‘li dijî serhildêran’ were pêşkêşkirin jî, agahiyên ji qadê tên, nîşan dide ku ev tundiya sîstematîk û veşartina kontrola siyasî ye. Binçavkirinên nivê şevê û dosyayên bi lez tên amadekirin, ji bo avakirina zexta li ser civakê dikin dewrê. Li gelek bajaran malbat, ji bo rû birûyî hêzên ewlehiyê nebin neçar dimînin cenazeyên xizmên xwe şevê veşêrin. Hinek malbatan, diyar kirin ku di dema veşartina cenaze de rastî heqaret û zextên tên, destûr nadin şînek normal bikin.
560 Beluc hatin binçavkirin
Binçavkirin didomin, aktivîstên sivîl û welatiyên ku li qadê hewl didin dîmenan qeyd bikin, rastî gef, derb û binçavkirinan tên. Ev tablo nîşan dide ku tundiya rêxistinî û zexta siyasî û sînordarkirina agahiyan û li gel zexta li ser malbatan, bûye amûrek bingehîn a domandina kontrola siyasî û avakirina hewaya tirsê. Dîmenek ku ji Dezap hatiye parvekirin, hebûna zêde ya leşker û hêzên ewlehî diyar dike. Tê dîtin ku hêz li nêzî hev di bajar de bicih kirine. Piştî destpêkirina xwepêşandanên seranserî welat, li Dezap, Pahra, Çabahar û Saravan welatiyên Beluc beşdarî çalakiyan bûne û hate diyarkirin ku heta niha li van herêman herî kêm 560 Beluc hatine binçavkirin.
3 hezar û 919 kes hatin qetilkirin
Li aliyê din saziyên mafê mirovan diyar kirin ku, rejîma Îranê dema cenazeyên kesên di xwepêşandanan de hatine qetilkirin didin malbatan, belge bi wan didin îmzekirin ku beşdarî xwepêşandanan nabin. Li gorî raporên Rêxistina Mafê Mirovan HRANA, ji destpêkirina xwepêşandanan heta niha herî kêm 24 hezar kes hatine binçavkirin, 3 hezar û 919 kes hatine qetilkirin, 2 hezar û 109 kes birîndar bûne. Di nava kesên hatine qetilkirin de 25 zarokên temenê wan di bin 18 salî de ye, hene.
Di xwepêşandanan de 33 jin hatin qetilkirin
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên mafên mirovan û aktivîstên sivîl tên, hejmara jinên ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin zêde dibe. Li gel 13 jinên ku nasnameya wan hatin tesbîtkitin, hejmara jinên hatin qetilkirin gihîşt 33’yan. Li gorî belgeyên nû, li bajarên cûda yên welat hejmarek zêde jin bûne hedefa tundiyê. Ji Gilan, Reşet, Lahîcan û Lengerud navê Sara Behbudi, Sanam Pourbabai û Şule Setude xistin lîsteya kesên hatine qetilkirin. Hate diyarkirin ku yek ji van jinan du canî bûye. Di heman demê de li Tehran, Nişabur, Esfehan, Şiraz û Sevadkuh, nasnameya Aida Aghili, Ziba Dastjerdi, Arzu Abedi, Maede Moradi-Kia, Nestren Zare’menş, Sonya Salehi-Rad û Ghazal Aghaei-Lindi’ hatine piştrastkirin. Yek ji bûyerên balkêş ew bû ku mamosteya kemanê Sanam Pourbabaî bi guleya rasterast a hêzên ewlehiyê hat qetilkirin.
Li Esfehanê, Mona Hosseînî piştî rakirin nexweşxaneya Gharazî, mir. Keç û zavayê wê ku li gel wê bûn, bi guleyên rasterast birîndar bûn û ew rakirin beşa lênêrîna lezgîn.
Bi çalakiyan re biha zêde bû
Li gel xwepêşandanên meha Çileyê, bihabûna di xwarinên bingehîn de, nebûna madeyên xam û sekinîna aboriyê, civakê ber bi krîza aborî û ewlehiyê ya qat bi qat ve bir. Ev krîz bi taybetî zexta jiyana rojane li ser malbatan zêdetir kir. Di pêvajoya sê hefteyî ya serhildanan de bihayê goşt, birinc û derman gelek zêdetir bû. Hinek malbat ji bo kiloyek goşt bigrin neçar dimînin du qatê debara rojekê xerc bikin, bihayê dermanên jiyanê jî sê qat bûye. Nebûna sotemenî û madeyên xam, bi taybetî rê li ber sekînîna xebatên firoşgehên biçûk û sekinîna qada kar vekir. Berê jî çîna navîn, rû bi rûyî fikarên pêkanîna pêwîstiyên bingehîn ên rojane bûn. Ev zexta debarê, nerazîbûna civakê kûr kir, ji bo domandina berxwedana civakî û ji nûve hilberandinê bingehek girîng ava dike.