Xwepêşandanên Îranê di roja 17’an de ne: Rastî êdî nikarin werin veşartin

Xwepêşandanên li seranserê Îranê ketin roja xwe ya 17’an. Raporên der barê qutkirina înternetê de, dorpêça leşkerî û qetilkirina sivîlan, nîşan didin ku li welat zexta sîstematîk û pêvajoya komkujiyan didome.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê xwepêşandanên gel di roja 17’an de didomin. Dewleta Îranê bi hemû hêza leşkerî û propagandayê, welatiyên ku ji bo mafên herî bingehîn daketine qadan hewl didin weke ‘terorîst’ bide nîşandan.

Agahiyên ku ji qadê tên, nîşan didin ku bi taybetî di şertên ku înternet bi temamî li Rohilatê Kurdistanê hatiye qutkirin de, komkujiyek sîstematîk û atmosfera ewlehiyê ya giran serdest e.

Bi stratejiya îcatkirina sûc rewakirin komkujiyan

Yek ji trajediya herî mezin a rojên dawî, hatina ba hev a zextên hundirin û lîstikên siyasî yên nevneteweyî bû. Rêveberiya DYE û Donald Trump, daxuyaniyên mudaxeleyê ya bi xwe kiriye û îdiayên ‘desteka leşekerî û sîber’, ji bo mekanîzmaya tundî, zextê ya dewleta Îranê hincet pêşkêş kir. Rejîm van gotinan xirabî bi kar tînin, daxwazên gel ên siyasî û aborî yên rewa wek ‘kişandina biyanî’ pênase dikin, hewl dide qetilkirina sivîlan rewa bike.

Dewleta Îranê li aliyekî ve sewqiyatên çekan dike û diyar dike ku ‘kadroyên pêşeng’ ên xwepêşanderan girtine, li aliyê din ve jî rayedarên payebilind îtiraf dikin ku li gel Washingtonê kanalên têkiliyan vekirî ne. Ev zimanê gefê, makîneya propagandaya rejîmê xwedî dike, mirina karkerek Kurd li Tehranê û hemşîreyek ku li Kirmaşanê protesto dike bi ‘Plana CIA û Mossad’ ve girê dide.

Karesata Kahrîzek: Sembola komkujiyên sîstematîk a sedsala 21’ê ye

Geşedanên herî balkêş ên van 17 rojan, dîmenên ku ji morga Kahrîzek a li Tahranê, morgên demkî û  navendên tiba edlî bûn. Di hinek dîmenan de, tê nîşandan ku cenazeyên bi sedan xwepêşanderên ku tê texmînkirin hejmara wan gihîştie 400’an li ser hev danîne. Ev dîmen, îsbata eşkere ya înfaza bê daraz e.

Li gorî agahiyên ku ji xebatkarên tenduristiyê hatine girtin, hat diyarkirin ku gelek kes ne di dema pevçûnan de, di navendên binçavkirina de di bin îşkenceyê de tên înfazkirin. Îsrara dewletê ya bi lez teslîmkirina cenazeyên ku morgên Kahrîzek û yên din de, weke hewldana belgeyên ku di dadgehên navneteweyî de be, bêdeng ji holê rakirin hat nirxandin.

Hewl didin berxwedana dîjîtal bê bandor bikin

Dewleta Îranê 7 roj in înternetê bi temamî qut kiriye û hema bibêje têkilî daketiye sifrê. Armanc ne tenê astengkirina koordînasyona xwepêşandanan e, di heman demê de astengkirina zanîna dinyayê ya komkujiyên tên jiyîn e.

Malbatên ku duh di korîdorên morgan de li zarokên xwe digeriyan, îro jî di merasîma cenazeyan de li dijî rejîmê dirûşeman berz dikin êdî tiştek ku winda bikin nemaye.

Rejîm, bi qutkirina înternetê, ne tenê têkiliyan, debara bi milyonan mirovan asteng dike bi bihayê felckirina banka û pergala îdarî, dixwaze dîmenên komkujiyên li Tahran û Rojhilatê Kurdistanê asteng bike ku neyên dîtin.

Polîtîkayên binçavkirin û tirsê

Li gorî agahiyên hatine piştrastkirin, li gelemperî welat, zêdeyî 3 hezar kes hatine binçavkirin. Îtirafên bi zorê hatine girtin, gefên li dijî hunermend û werzîşvanan, bi gefa ku desdanîna ser rêveberiya fabrîqeyên ku li gel gel helwest girtine, hewl didin serhildanên bitepesînin.

Li ser navê darazê zimanê, ‘tavîz nîn e’  û ‘doza xwînê’ tê wateya fermana her cure dengê muxalîf wek ‘ajanên dijmin’ bitepesîne. Lê belê xwepêşandanên bi şev, kombûnên li ber morgan û dirûşmên di cenazeyan de tên berzkirin, nîşan didin ku êdî tirsa gel nemaye.

Leşkerkirina bajaran: Ji Rojhilat heta Tehranê

Agahiyên ku ji Îlam, Kirmaşan, Seqiz û bajarên din tên, îşaret bi dagirkeriya leşkerî ya berfireh dikin. Yekîneyên ku bi çekên giran hatine tijekirin, ne ji bo gefa derve, ji bo tepisandina welatiyên ku ji bo nasname û rûmeta xwe diqîrin  bicih kirine. Kuştina zarokên Kurd ên 17 salî, nîşan dide ku tu xeta sor a rejîmê nemaye.

Şeva 9’ê Çileyê, di saetên ku înternet qut bû de, dîmenên xwepêşanderên govendê li ber stranên Kurdî li derdora agir digerandin, bû sembola jiyana di nava zextê de.

Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, diyar dikin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye hezar û banga mudaxeleya lezgîn kirin.

Pêvajoya li pêşiya me: Derbasbûna ji despotiyê

Li gorî analîzên navneteweyî, dewleta îranê, ketiye qonaxeke ku ‘mirina klînîk’ êdî bi awayekî civakî ji nû ve nahilberîne. Hilweşîna aborî, îzolasyona kûrewî, xwîna bi sedan bêgunehan, wê kiriye rewşeke ku neyê çareserkirin.

Îran îro, bi gelek ku ji bo mafên xwe bigre rabûye serhidanê  û sond xwariye re rûbirû ye. Ne qutbûna înternetê, ne jî zextên leşkerî, rastiyên ku li morgên Kahrîzek û yên din venaşêrin. Rejîmê bi qetilkirina bi hezaran mirovan, têkiliya dawî ya di nava civakê de qut kiriye. Îro dewleta Îranê, bi çekan hatiye dorpêçkirin lê belê di kelehek ji rewabûnê bêpar de dijî.