Xwepêşandan di roja 14’an de ye: Herî kêm 217 kes hatin qetilkirin
Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja xwe ya 14’an de didome, bijîşkekê ragihand ku tenê di 6 nexweşxaneyan de, herî kêm 217 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî krîza aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî destpêkirine, dewam dikin. Tevî ku rejîma Îranê bi awayê herî tund êrîşê xwepêşandanan dike jî, her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin. Pêla xwepêşandanan kete roja xwe ya 14’an.
Xwepêşandanên li dijî rejîmê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, şevê din li gelek bajaran dom kir. Li welatê ku înternet qut bûye, heta niha 50’ jî xwepêşander û 15 erkdarên ewlehiyê, herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 hezar ke hatin binçavkirin.
Bijîkek ku ji Tîmes’ê axivî, ragihand ku tenê di 6 nexweşxaneyan de herî kêm 217 xwepêşandanan jiyana xwe ji dest dane.
Xwepêşandan belavî Karaj, Pasdaran û Mervdeştê bûye. Li dijî xwepêşandanên li Karaj, hêzên rejîmê raste rast gule berdane û birîndar çêbûne.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw, duh li herêma Darederezh a girêdayî Kirmanşanê, hêzên rejîma Îranê raste rast êrîşî xwepêşanderan kir, hejmarek zêde Kurd qetil kir. 5 kesên ku nasnameya wan hatî diyarkirin Kurdên Yaresanê ne.