Xwendekarên Zanîngeha Allamehê: Bi tirs û çewsandinê em bêzar nabin
Komek xwendekarên zanîngehê li Îranê bal kişandin ser darvekirina herî kêm 370 kesan a di 6 mehan de û cezakirina du ciwanên di dosyeya 'Meydana Elîxanî' de, şermezar kirin.
Navenda Nûçeyan – Duh komek ji xwendekarên Zanîngeha Allameh El-Tabatabaî daxuyaniyek belav kirin û derxistin û pêkanîna cezayên darvekirinê yên li Îranê, şermezar kirin. Xwendekaran cezayê darvekirinê wekî amûrek tepeserkirinê bi nav kirin, ku ji bo belavkirina tirsê û bêdengkirina dengên nerazîbûnê di civakê de tê bikaranîn. Her wiha xwendekaran tekez kirin ku mafê jiyanê mîna yek ji mafên mirovan ên herî bingehîn e.
‘Di 6 mehan de herî kêm 370 kes hatine darvekirin’
Xwendekaran her wiha behsa raporên mafên mirovan kirin û diyar kirin ku ku di şeş mehên destpêka sala 2026’an de herî kêm 370 kes hatine darvekirin. Xwendekaran destnîşan kirin ku tenê 53 ji van cezayên darvekirinan bi fermî hatine ragihandin, cezayên din jî ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve hatine belgekirin û verastkirin.
Daxuyaniyê darvekirin wekî “binpêkirina mafê mirovan ê herî bingehîn, ango mafê jiyanê” bi nav kir, tekez kir ku mafê tu hikûmet an desthilatdariyekê tune ye ku mirovan ji vî mafî bêpar bike.
Berfirehiya daxuyaniya xwendekarên Zanîngeha Allameh wiha ye:
‘Darvekirin veguheriye tundiya sîstematîk’
“Bi salan e li Komara Îslamî ya Îranê cezayê darvekirinê ji rola xwe ya wekî cezayek sûc derbas bûye û bûye amûrek ji bo tundiya sîstematîk a li dijî welatiyan; amûrek ku ne ji bo bidestxistina edaletê ye, ji bo çandina terorê, bêdengkirina nerazîbûnê û ferzkirina bêdengiyê li ser civakek ku daxwaza azadî, rûmet û xwerêvebirinê dike. Darvekirin, berî her tiştî, binpêkirina mafê mirovan ê herî bingehîn e: mafê jiyanê, mafek ku tu hikûmet an desthilatdarî nikare ji gel bistîne ye.
‘Komara Îslamî careke din rêya tepeserkirinê bijart’
Sûcên Çileya 2025-2026’an dawiya zilm û zordariya li ser gelê Îranê nîşan nedan. Piştî kuştina bi hezaran mirovên bêguneh a li kolanan, pêlek nû ya girtinan, paşketina doz û cezayên dijwar rûdan. Li şûna çareserkirina krîzên kûr ên siyasî, civakî û aborî, Komara Îslamî careke din rêya tepeserkirinê bijart, cezayê darvekirinê veguherand amûrek ji bo tolhildana siyasî û çandina tirsê ya di nav gel de. Bi siyasîkirina her mijarek civakî û siyasî, Komara Îslamî protesto, azadiya derbirînê û mafê welatiyan ku muxalefetê sûcdar dike ji bo rewakirina xwe, pêk tîne. Di avahiyek wisa de, dengên nerazî ne wekî beşek ji civakê, wekî gefek li ser desthilatdariyê têne pênasekirin.
‘Nifşê nû bi darvekirinê nayê bêdengkirin’
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, tenê di şeş mehên destpêkê yên sala 2026’an de li Îranê herî kêm 370 kes hatine darvekirin; ev hejmar tenê beşek ji rastiyê temsîl dike, ji ber ku çavkaniyên fermî tenê 53 ji van darvekirinan ragihandin, lê yên mayî bi rêya nirxandin û verastkirina serbixwe hatine belgekirin. Ev daneyên tirsnak nîşan didin ku cezayê darvekirinê li Komara Îslamî bûye siyasetek berbelav, siyasetek ku tê de qurbanî di nav nebûna zelaliya dadwerî û binpêkirina pîvanên darizandina dadperwer de jiyana xwe ji dest didin. Di gelek rewşan ku dibin sedema cezayên darvekirinê de, malbatên kesên ku hatine mehkûmkirin diyar kirin ku xizmên wan ji mafê xwe yê tevahî yê şêwirmendiya hiqûqî û darizandinek dadperwer hatine bêparkirin û di dema lêpirsînê de rastî zext û îşkenceyê hatine. Bi îdiakirina kesên ku hatine mehkûmkirin û dayîna cezayên darvekirinê, Komara Îslamî bi navê “qanûnê” mafên bingehîn ên mirovan binpê dike.
Bi zêdebûna krîzên navxweyî û navneteweyî re, pêla darvekirinê zêde bûye. Komara Îslamî hewl dide ku atmosferek tirsê biafirîne, lêçûna protesto û dijberiyê zêde bike û dengê nifşek ku di xwepêşandanên “Jin Jiyan Azadî” û xwepêşandanên Çileya 2026’an de rolek girîng lîstiye bêdeng bike. Gelek ji wan kesên ku îro bi cezayê mirinê yê nemirovane re rûbirû ne, nifşekî ciwan ê nifşê milenyumê yan jî hezarî ne; nifşek ku ezmûnên jiyana wan bi qeyran, cudakarî, sînordarkirin û tepeserkirinê ve girêdayî ne.
Komara Îslamî bi rêya cezayên xwe û bi kuştina xwepêşandarên ciwan hewl dide nifşekî ku daxwaza guhertineke radîkal a rewşa heyî dike, bêdeng bike. Lê divê ev hikûmet bizanibe ku nifşê nû bi darvekirinê nayê bêdengkirin; nifşekî ku daxwaza azadî û jiyaneke mirovî dike, qet nayê bêdengkirin.
Di rewşa heyî ku başûrê welatê me di encama polîtîkayên dijminane û krîzê yên dehsalan li dijî welatên din de di bin giraniya şer de ye û rojane bi dehan jiyana bêguneh tê windakirin, Komara Îslamî li dijî gelê Îranê şerekî cuda daye destpêkirin, bi darvekirina ciwanan tolê hildigire. Bi navê qanûn û ewlehiyê, hikûmet tundiya li dijî welatiyên xwe rewa dike û darvekirin veguherandiye amûrek ji bo mayîndekirina siyasî.
Şermezarkirina darvekirinên di 'Doza Meydana Elîxanî' de
Pêvajoya têkildarî “Meydana Alîxanî” ya Îsfahanê nimûneyeke eşkere ya tundiya birêxistinkirî ya li dijî welatiyan e. Sibeha 19’ê Tîrmeha 2026’an, cezayê darvekirinê yê Erfan Esfendîyarî yê 19 salî û Gul Mihemed Mihemedî yê 23 salî ku ji girtiyên vê dosyeyê bûn, li girtîgeha Dastgerd a Îsfahanê hat pêkanîn. Du ciwanên ji nifşekî ku îro ji her demê zêdetir bûne armanca siyaseta çewsandine û cezayê mirinê. Pêkanîna van cezayan di demekê de pêk hat ku saziyên mafên mirovan li ser pêvajoya darizandinê, zelaliya dosyayê û rêzgirtina li mafên tawanbaran fikarên xwe anîbûn ziman.
Em, komek xwendekarên Zanîngeha Allameh El-Tabatabaî, dayîn û bicîhanîna cezayên darvekirinê û binpêkirina eşkere ya mafê jiyanê yê welatiyan şermezar dikin. Em bawer dikin ku mafê ti hikûmetekê tune ku jiyana mirovan bike amûrek siyasî û tu qanûnek nikare mirovan ji mafê wan ê jiyanê bêpar bike. Îradeya azadiyê nayê şikandin; çawa ku xwînrijandina Mijdarê dengê gelê Îranê bêdeng nekir, xwînrijandina Çile jî wê bêdeng neke. Her nifşek ku bindest e, nifşek din, hişyartir û bi biryartir, tîne meydanê. Em li kêleka malbatên qurbaniyên van cezayên mirinê yên hovane radiwestin û em ê li hember wan bêdeng nemînin.”
Paşxaneya bûyerê: Nûçeya Doza Meydana Elîxanî
Hêjayî bîrxistinê ye ku navê Meydana Şehîd Elîxanî (Meydana Elîxanî) li bajarê Îsfahanê yê Îranê bi bûyerên ewlehiyê û xwepêşandanên berfireh ên di Çileya sala 2026’an de pêk hatin ve hate girêdan û şahidiya darizandin û darvekirina hin beşdaran kir.
Hûrguliyên bûyer û dozê: Dîroka bûyeran: Di 8’ê Çileya 2026’an de li meydanê pevçûn û xwepêşandanên tund derketin holê, ku di encamê de çar endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin. Vegotina fermî: Dadweriya Îranê ragihand ku komek xwepêşanderan êrîşî karmendên ewlehiyê kirin û milkê giştî û qereqolên polîsan ên li meydanê şewitandin. Ji bo 12 kesên ku di vê dozê de beşdar bûn, cezayê darvekirinê hat dayîn, ku di medyayê û dadweriyê de wekî “Doza Meydana Elîxanî” hat nasîn. Desthilatdarên dadwerî di Tîrmeha 2026’an de cezayê darvekirinê li dijî du ji mehkûman, Erfan Esfendîyarî û Gul Mihemed Mihemedî, pêk anîn.