Xwendekarên ku li Helebcê sabûn çêdikin dixwazin marqeya xwe biafirînin
Xwendekarên beşa zanistên xwarinê yên li Helebcê bi sabûnên xwe yên bi şîrê bizin û bi kuncî, bala xelkê Silêmaniyê kişandin. Ger piştgirî bê dayîn, armanc dikin ku marqeyek biçûk ava bikin.
Helebce- Komek ji xwendekarên beşê zanista xwarinê ya li koleja Teknîkî ya Helebcê ku beşa kalîteya xwarinê dixwînin, hewl didin bi berhemên xwe yên bi xwezayî çêdikin, beşdarî mihrîcanan bibin û berhemên xwe yên ku çêdikin bidin nasîn û xwe di aliyê berhemên xwezayî de bipêş bixin.
‘Ji bo beşdariya li mihrîcanan me dest bi çêkirina berhemên xwezayî kiriye’
Xwendekara qonaxa çarem a beşa kalîteya xwarin û zanistê Jînko Emîn li gel sê hevalên xwe li Silêmanî beşdarî pêşangeha berhemên xwarinê bû. Ji bo balê bikşînin ser tiştên ku kirine, biryar dane ku ger piştevaniya wan bê kirin, tiştên baştir bikin. Jînko Emîn wiha got: “Me dest bi çêkirina berheman ji bo pêşengeha berhemên xwarinan kir. Me karî gelek berhemên destê xwe pêşan bidin, her wiha em sê xwendekar in û em bi sabûnên xwezayî beşdar bûn û me gelek sabûn çêkir. Di destpêkê de kalîteya wan gelek baş e, me wisa çêkir ku li gel çerm baş e û tu zirarek nade çerm. Her wiha ji bo paqijgirtina çerm û nehiştina rûn û xalên reş, sabûna kuncî û şîrê bizinan û reşreşk gelek baş e û bi piranî ew vîtamînên tê de ne, ji bo çerm baş in.”

‘Daxwazên welatiyan wisa kir ku em zêdetir girîngî bidinê’
Jînko Emîn da zanîn ku ew sabunên xwe ji berhemên xwezayî çêdikin û fikrê beşdarkirina wan, dema ku biryar dane wek kolejê beşdarî pêşangeha zanista xwarinê bibin, hatiye. Jînko anî ziman ku wan jî gotiye çêkirina sabûnê xwendine û dikarin tiştek cûda û xweşik pêşkêş bikin. Jînko wiha berdewam kir: “Ji ber wê me hewl da em berhemek pêşkêş bikin ku sûda wê ya tenduristiyê hebe û di heman demê de kalîteya wê baş be. Ji ber daxwaza welatiyan a li ser sabûna şîrê bizinan wisa kir ku em zêdetir girîngî bidinê. Her wih hê me bi temamî xwendina xwe temam nekiriye û hê em di qonaxa xwendinê de ne, di qonaxa dawî de ne. Ji ber wê ger piştevaniya me bê kirin, emê bidomînin. Em dikarin marqeyek biçûk ji bo xwe vekin û di pêşerojê de mezin bikin. Her wiha ji bilî sabûnan em ê bi berhemên xwezayî wek rîçala tûyan û xwarina zarokan beşdar bibin.”

‘Ger piştevanî bê kirin emê bikarin berhemên baştir û bidin bazarê’
Jînko Emîn di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku wan bi xwe kalîteya xwarinê xwendine û ev tişt gotin: “Ji ber wê em xwarina herî baş û berheman pêşkêş dikin. Em bi hêz û zanyariyên xwe dixebitin. Her wiha serma û germahiya labaratoaran ne temam e, ev jî yek ji wan pirsgirêkan e ku em di demên kar de lê rast tên. Her wiha em li ser erkê xwe xwarinan çêdikin. Ev jî wisa dike ku di aliyê madî de gelek bi ser bikevin. Li gorî nirx, kes pêdiviyan ji bazarê dikirin. Ji ber wê ger piştevaniya me bê kirin, em ê bikarin berhemên baştir û bedewtir bikin nav bazarê.”