Xwendekarên Kobanê li dijî dagirkirina Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşiyan

Bi sedan xwendekarên Zanîngeha Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên HTŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker ya li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşiyan. Xwendekaran da zanîn ku berxwedana Helebê rûmeta gelê Kurd parast.

Kobanê – Çeteyên HTŞ’ê bi piştevaniya dewleta tirk hefteyekê êrîşên bi armanca dagirkeriyê bi ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dan meşandin. Li dijî dagirkerî û teslîmkariyê gel û şervanan heta dawiyê parastina taxên xwekirin û peyama berxwedaneke bi rûmet dan.

Îroj bi sedan ji xwendekar û mamosteyên zanîngeha Kobanê li dijî êrîşên dagirkerî û kiryarên dijmirovî yên li Helebê hatin meşandin, meşiyan.

Xwendekarên ku li pêşiya Zanîngehê ya li taxa Kobaniya Nû kombûn bi hêrseke mezin ber bi qada Jina Azad ve meşiyan. Di meşê de bê navber diruşmên “Berxwedan jiyane”, “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” û “şehîd namirin” hatin berzkirin.

Piştî ku meş gihîşt qada Jina Azad bi dehan gel xwendekar pêşwazkirin û li gel hev daxuyaniyeke nivîskî dan. Daxuyanî ji aliyê xwendekara zanîngehê Sîdara Xelo ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em weke Meclîsa Xwendekaran ya Zanîngeha Kobanê bi dilekî xemgîn dengê xwe bilind dikin û piştgiriya xwe ya bê şert û merc ji bo gelê xwe yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê radighînin. Ev gelê me yê ku bi salan e di bin êş, zor û neheqiyê de dijî, her tim bi serbilindî û berxwedaneke mezin li ser axa xwe man e. Ev ne cara yekemîn e ku gelê me tên armanc girtin û rastî êrîşan tên.

Di van rojên dawî de me bi dilekî xemgîn tameşe kir ku çawa li ser sivîlan, zarok, jin û pîrên bê guneh êrîş pêk hatin. Dengê giriyê zarokan, rondikên dayîk û bê çaretiyê extiyaran bi şev û roj di bîra me de ye. Bi êrşeke ku bi dehan girupên terorîst yên di nava DAIŞ de cih girtûbûn, ev kiryar pêşketin. Di heman demê de wezîrê derve yê Sûriyê jî spasiya dewleta tirk kir ku ew jî di nava vî şerî de beşdarbû.

Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne tenê du tax in, ew sembolên berxwedanî û hebûna gelê Kurdin, ew ziman û nasnameya me ne. Her guleyeke ku li wir hat avêtin ne tenê leşek armac girt, lê belê hêviya gelekî armanc digre. Her dilopek xwînê ku li wir herikî, dîrokeke gelê Kurd e ku di dilî me de fedekarî û berxwedanê zindî dike.

Em weke xwendekarên Zanîngeha Kobanê dizanin ku gotin jiyan e, lê îro gotinên me bi hêrs û xemgîniyê tijî ne. Em naxwazin ku cîhan li hemberî vê berxwedaniyê bê deng bimîne, bêdengî di heman demê de hevkariya neheqiyê ye. Em dixwezin ku cîhan tev de bizanbine ku li vir gel heye û ev gel jî hebûn û rûmeta xwe diparêze. Bi moraleke xûrt û baweriyeke bê hempa, em ji Kobaniya berxwedêr dengê xwe tevlî nava dengê gelê xwe dikin û dibêjin ku ev êrîş, êş û xemgîniya we her tim watedar e. Dê rojek were ku li vî welatî dad û aştî misoger bibe. Navê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi tîpên zêrîn di dîroka berxwedana me de hat nivîsandin. Heta wê demê em bi pênûs, deng, nivîs û dilên xwe her tim li pişt gelê xwe  ne. Em dibêjin ku em bi we re ne, emê her tim bibin dengê we û emê her tim bêjin, gelê Kurd tu carî naşke.” 

Meş bi silavkirina berxwedana bê hempa ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.