Xwendekarên jin ên Sûdanê bi îsrara xwe serkeftinê bi dest dixin
Xwendekarên jin ên Sûdanê dan zanîn ku koçberbûna wan rê li ber domandina perwerdehiya wan negirtiye. Tevî zehmetiyan jî bi biryardarî serkeftinê bi dest dixin.

EYA IBRAHÎM
Sûdan – Îlankirina encamên ezmûnên perwerdehiya navîn a Sûdanê di çend rojên borî de, ji bo gelek malbatên Sûdanî rojek asayî nebû. Wan bi kêfxweşî agahiyên serkeftina xwendekaên xwe pêşwazî kirin. Ji ber ku xwendevanan di bin şert û mercên dijwar ên ku welat tê re derbas dibe, ecamên baş bi dest xistine.
Zehmetiyan derbas dikin
Xwendekar Duaa Muhemed ku puana wê ji sedî 90 bû. Ew piştî destpêkirina pevçûnan ji paytexta Xertûmê ber bi dewleta bakur ve koçber bûye. Duaa hestên xwe yên serkeftinê wiha anî ziman: "Ez serkeftina xwe diyarî malbat û mamosteyên xwe dikim. Dema em koç bûn tu pirtûk an jî alavên ku xwendina xwe ji bo ezmûnan dewam bikim nîn bû. Ji ber vê hemû pirtûk kirîn û ji nûve dest bi xwendinê kir. Ez bi biryar bûm ku bigihîjim armanca xwe û vê encamê. Bi hêviya ku pevçûn bi dawî bibin da ku em bikaribin perwerdehiya xwe bidomînin û Sûdanê ji nû ve ava bikin."
Xwendekar Eya Haşêm ku ji sedî 67.3 encam bi dest xistiye got ku piştî wê amadekariyên xwe ji bo ezmûnên xwe li Xertûmê qedand, pevçûn derket û her tişt bi dawî bû. Eya Haşêm wiha axivî: "Me hêvî dikir ku pevçûn di demek nêz de bên rawestandin û jiyana berê vegere. Lê mixabin ev hêvî pêk nehat. Di rêwîtiya koçberiyê de min pirtûkên xwe li şûn xwe hêştin. Piştî ku pirtûkên pêwîst peydakir, me dest bi lêgerîna dibistanan kir da ku xwendina xwe tevî hemû zordariyê bidomînin."
Her mirovek xwedî çarenûsa xwe ye
Xwendekar Nîdal Adem El-Sadiq ku di ezmûna dibistana navîn de bi puana ji sedî 96.4 di rêza çaremîn de cih girtiye, rêwîtiya xwe ji Xartûmê ber bi dewleta Bakur ve dirêj dibîne, lê ew dibêje ku ew ji rêwîtiyek êş û koçberiyê veguheriye rêwîtiyek serkeftinê û dibêje: "Her gava ku ez êşê hîs dikim, ez navê xwe tînim bîra xwe û divê mirov têbikoşe, ji ber ku her kes xwedî parek ji navê xwe ye."
Dayika Nîdal, Tehanî Sadîq jî ku profesorê alîkar li Koleja Hemşîretiyê ya zanîngeheke Sûdanê ye, kêfxweşiya xwe ji serkeftina keça xwe tevî şert û mercên koçberiyê û zehmetiyên ku ew pê re rûbirû mane anî ziman.
Ji bo xwendina xwe bidomîne du hezar kîlometre dimeşiya
Xwendekar Şems Ebdullah piştî ku gihîşt Eyaleta Çemê Nîlê û du hezar kîlometre rêwîtî kiriye da ku beşdarî azmûnên xwe bibe. Ew bi puana ji sedî 94.7 bi dest xistiye. Tevahî gelê Sûdanê biryardarî û israra wê ya ji bo bidestxistina armanca xwe pîroz kirin.
Ragihandina encamên ezmûnên Sûdanê yên paşxistî yên 2023'an beşek ji şerê rûmetê û serkeftinek mezin ji bo îradeya Sûdanê piştî du salan ji paşxistinê ji ber şer, temsîl dike.