Xwendekarên Îbn Ruşd li dijî biryara zimanê Kurdî derketin
Xwendekarên Dibistana Îbn Ruşd a li parêzgeha Hesekê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ji bo zimanê Kurdî daye derketin û daxuyaniyek dan. Xwendekaran daxwaza betalkirina biryarê û parastina mafê xwendinê bi zimanê dayîkê kirin.
Hesekê – Li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Şamê ku der barê zimanê Kurdî de dabû nerazîbûn didomin. Xwendekarên Dibistana Îbn Ruşd bi daxuyaniyek li Dibistana Îbn Ruşd a taxa Mişêrfê ya parêzgehê Hesekê bertek nîşanî biryarê dan. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê xwendekara bi navê Hedle Xelef ve hat xwendin.
‘Kêmkirina dersên Kurdî binpêkirina mafê perwerdeyê ye’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku betalkirina materyalên xwendinê yên Kurdî û kêmkirina dersên bi zimanê Kurdî, binpêkirina mafên wan ên perwerde û zimanî ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan ji pola yekem ve heta pola dehem bi zimanê Kurdî xwendine û nayê qebûlkirin ku ev destkeftî bi biryarekî yekalî were guhertin. Her wiha daxwaz kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê biryara xwe betal bike û mafê wan ê xwendina bi zimanê dayîkê biparêze.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sûriye welatê hemû pêkhateyên xwe ye û mafên zimanî û çandî yên hemû pêkhateyan divê bên parastin.
‘Dibistanek ku zimanê me qebûl neke em naxwazin lê bixwînin’
Xwendekar Cûlî Ehmed got ku ji pola yekem heta pola dehem bi zimanê Kurdî xwendiye û niha tê xwestin ku bi zimanê Erebî bixwînin wiha got: “Dibistanek ku qebûl nake em bi zimanê xwe bixwînin, em naxwazin li wê dibistanê bixwînin. Me ji pola yekem heta pola dehem bi zimanê Kurdî xwend, niha ji me tê xwestin em bi zimanê Erebî bixwînin. Em vê qebûl nakin.”
‘Ziman nasnameya me ye’
Xwendekar Sîdra Ferhan Xelef bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û got ku ziman nasnameya gelê Kurd e.
Sîdra diyar kir ku gelê Kurd ji bo mafê xwendina bi zimanê xwe bi hezaran şehîd daye, got ku ew daxwaza guhertina vê biryarê dikin û wiha berdewam kir: “Ziman nasnameya me ye. Gelê Kurd ji bo xwendina bi zimanê xwe hezaran şehîd dane. Em daxwaza guhertina vê biryarê dikin.”
Xwendekaran di dawiyê de bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir ku biryara der barê zimanê Kurdî de betal bike û mafên zimanî û çandî yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêze.