Xwendekara zanîngehê Mizgîn Ertekîn bi guman mir
Hate zanîn ku xwendekara zanîngehê Mizgîn Ertekîn, bi awayekî guman ji qata 4’an a wargeha lê dima kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê, ji Mijdara sala bûrî heta meha Cotmeha îsal 220 jinan jiyana xwe ji dest dan û wek mirinên bi guman ketin qeydan. Hejmara jinên ku bi guman jiyana xwe ji dest didin her roj zêde dibe.
Xwendekara pola yekemîn a Beşa Bedewiyê ya Zanîngeha Haci Bayram Velî ya Enqereyê Mizgîn Ertekîn, şevê din bi awayekî guman ji qata 4’an a wargeha xwendekarên jin a li Bûlwara Necmettîn Erbekan a Taxa Mehmet Akîf a Enqereyê kete xwarê û bi giranî birîndar bû. Piştî xwendekarên li wargehê agahî dan, komên tenduristî û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Mizgîn Ertekîn ku rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Mizgîn Ertekîn ji bo karûbarên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî. Hat zanîn ku piştî kar û barê otopsiyê dê Mizgîn Ertekîn li Stenbolê bê definkirin. Hat diyarkirin ku dê şîna Mizgîn Ertekîn li gundê Page yê navçeya Çelê ya Colemêrgê were danîn.