Xwendekara ku beşdarî serhildanê bû 2 sal in nikare xwendina xwe bidomîne

Tahmineh Mahdian ku xwendekara beşa peyker ya zanîngeha hunerê ya Tahranê bû, bi hinceta ku beşdarî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye ji aliyê desteya disiplîna zanîngehê ve 2 salan ji mafê perwerdê hate dûrxistin.

Navenda Nûçeyan- Xwendekara beşa peyker ya zanîngeha hunerê ya Tahranê û aktivîsta siyasî Tahmineh Mahdian bi hinceta beşdarî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye ev du sal e ji mafê xwe yê perwerdê bê par tê hiştin.

Konseya Koordînasyona Sendikayên Rêxistina Çandê ya Îranê di daxuyaniya 11’ê Îlonê roja çarşemê dayî de diyarkir ku Tahmineh Mahdian ji aliyê desteya disiplîna zanîngehê ve bi hinceta ku beşdarî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye ev 2 sal e ji mafê perwerdê hatiye dûrxistin.

Li gor daxuyaniyê Tahmineh Mahdian berê ji ber beşdarî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de li Îranê destpêkirî bûbû, ji zanîngehê du deman hatibû dûrxistin. Tahmineh ku sê demên din yê cezayê dûrxistinê girtî  bi giştî dû salan ji mafê perwerdê bê par hate hiştin û ketina wê ya hemû fakulteyên zanîngehê hate qedexekirin.