Xwendekara Efganî ya agahî jê nedihat girtin, hatiye girtin

Hate diyarkirin ku xwendekara Lîsanasa Bilind a beşa Civaknasî ya Zanîngeha Tahranê Sara Goharî ku jê xeber nayê girtin, bi hinceta ‘propagandeya li dijî rejîmê’ hatiye girtin û birine girtîgeha Torbat Jam a li Îranê.

Navenda Nûçeyan – Ji 6’ê Tîrmehê heta niha tu xeber ji xwendekara Lîsansa Bilind a beşa Civaknasî ya Zanîngeha Tahranê Sara Goharî  ya 29 salî, nedihat girtin. Sara Goharî di daxuyaniya herî dawî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kirî de, ragihandibû ku ji bo komkirina çîrokan û lêkolînkirina koçberên Efganistanê wê biçe sînorê Taybad.

Sara Goharî piştî ku giha herêmê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û nehat zanîn birine ku derê. 

Parêzvana parastinê ya Îranê Reza Şafakhah, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal diyarkir ku Sara Goharî piştî ku li Daîreya Îstixbaratê ya Meşhed hate girtin, ew birine girtîgeha Torbat Jam ya li Îranê. Reza Şafakhan da zanîn ku Sara Goharî ji ber ‘propagandeya li dijî rejîmê’ hatiye girtin.