Xwendekar û mamosteyên Mexmûrê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin

Li wargeha penaberan a Mexmûrê xwendekar û mamosteyên zaningehê ku perwerdeya xwe ya zanîngehê bi riya onlîne li Zanîngeha Kobanê dibînin, li ser êrîşên ku li Rojavayê Kurdistanê çêbûne daxuyaniyek dan.

Mexmûr- Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xwendekar û mamosteyên zanîngehê ku perwerdeya xwe ya zanîngehê bi riya online li Zanîngeha Kobanê ya li Rojavayê Kurdistanê dibînin li ser êrîşên ku ji aliyê çeteyên hikumeta veguhêz a Suriyeyê û dewleta Tirk ve pêk tên daxuyaniyek dan.

Daxuyaniyê li ber deriye zanîngehê ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Daxuyanî ji aliyê xwendekara zanîngehê Şîlan Budak ve hat xwendin.

‘Li ser gelê Rojavayê Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê tê ferzkirin’

Şîlan Budak di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku ev êrîş li ser destkeftiyên gelê Kurd in û wiha axivî: “Ji 6’ê çileya 2026’an ve bi êrîşkirina li ser taxên Kurdan ên Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li hemberî gelê Kurd û destkeftiyên wê yên ku bi xwîna hezaran şehîdan hatine bidestxistin, êrîşeke topyekûn tê meşandin. Li ser gelê Rojavayê Kurdistanê polîtîkayek qirkirin û tunekirinê tê ferzkirin. Ev êrîş bi destên çeteyên Colanî ku berdewamiya çeteyên DAIŞ’ê ne bi piştgiriya dewleta Tirk û tifaqa dewletên heremî li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û gelê Kurd tên meşandin.”

‘Em ê piştgiriya xwe ya li dijî van êrîşan bi berxwedanê bidomînin’

Şîlan Budak her wiha bal kişand ser êrîşên desthilatdariya nû ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hewldanên ku dixwazin Sûriyeyê bispêrin destên rejîm û hişmendiya yekdestiya Şamê pir xelet e û pêvçûnên nû ava dike. Ev hewldan bi tu awayî nayên qebûlkirin. Em ê piştgiriya xwe li dijî van êrîşan bi berxwedanê bidomînin. Em weke xwendekar û mamosteyên zanîngeha Mexmûrê van êrîşên hovane şermezar dikin û bang hemû hêzên navneteweyî dikin ku van êrîşên Sûriyeyê dike qada pêvçûnên nû asteng bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Bijî Yekitiya Gelê Kurd’ bi dawî bû.