Xwendekar Esila Ayik hat berdan
Esila Aylik ku ji sûcê ‘heqaret li serokkomar’ kiriye hatibû girtin û nexweşa girane di dadgeha ewil de hate berdan.

Stenbol – Esila Aylik ku di 8’ê Nîsanê de beşdarî çalakiya ku li Kadikoyê bûye û bi hezaran xwendekarên zanîngehê beşdar bûne de, ji ber di çalakiyê de dovîza ‘Dîktator Erdogan’ bilind kiribû, ji sûcê ‘Heqaret li serokkomar’ kiriye hatibû girtin. Esila Ayik û du xwendekarên din derket pêşberî dozger. Di danişîn ku li 77’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye hatî dîtin de, Esila Ayik got: “Ya ku ez beşdar bûme ne çalakî bû konser bû. Ez xwendekara wênekêşiyê me, ji ber wêne bikşînim ez çûm. Ez li zanîngehê xwendekarim ez beşdarî ezmûnan nebûm. Nexweşiyên min yên dil û gurçik heye, şertên girtîgehê ji bo min ne guncave.”
Parêzerê Esila Ayik Goksun Canberk Ulug anî ziman ku rewşa tenduristiya miwekîlê wê krîtîke û şertên li qawîşî ne başin û got: “Esila ji dilê xwe çû û rakirin beşa awarte. Di qawîşa 50 kesî de dimîne. Nexweşiyên wê yên gurcîk û enfeksyona îdrarê heye.”
Heyeta dadgehê piştî navbera danişînî, derbarê Esila Ayik, Arda Oguşlu û Mehmet Efe Erdogan de biryara berdanê da.