Xwediya Xelata Nobelê Malala Yusufzay destek da xwepêşandanên Îranê

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Malala Yusufzay, diyar kir ku xwepêşandanên li Îranê encama zextên ku bi salan e li ser jinan in û banga naskirina mafê gel ê diyarkirina pêşeroja siyasî ya bi awayek azad kir.

Navenda Nûçeyan- Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Malala Yusufzay ragihand ku ew destekê dide xwepêşandanên ku li seranserî Îranê didomin. Malala banga bihîstina daxwazên xwepêşanderan a  bi xwe diyarkirina pêşeroja siyasî kir.

Malala Yusufzay di daxuyaniya xwe de diyar kir ku xwepêşandanên li Îranê, ji ferzkirina qedexeyên ku ev demek dirêj e li ser serxwebûna jinan e cûda nayê nirxandin. Malala Yusufzay da zanîn ku ev qedexe di serî de perwerde. li ser hemû qadên jiyana civakê tê pêkanîn. Malala anî ziman ku zarokên keç ên Îranê, wek zarokên din ên li her cihên dinyayê, jiyanek li gorî rûmeta mirovî daxwaz dikin.  

Malala Yusufzay, destnîşan kir ku gelê Îranê, ev demek dirêj e rîskên mezin girtin û li dijî zextan hişyarî da, lê belê dengê wan ev bi dehan sal in hatine bêdengkirin. Malala anî ziman ku qedexeyên mijara gotinê, perçeyek pergala ku xwe dipêre cûdakariya zayendî ye û wiha got: “Ev pergal li ser cezakirin, kontrolkirinê hatiye avakirin. Qada azadî, bijartin û perwerdeya bi ewle hatiye sînorkirin.”

‘Heqê wan heye pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin’

Malala Yusufzay bal kişand ser daxwazên xwepêşandanên li Îranê û got: “Xwepêşander dixwazin  dengê wan werin bihistin û bibin xwedî mafê diyarkirina pêşeroja xwe ya siyasî. Ev pêşeroj ne ji aliyê hêzên derve, rejîmên zextê ve, ji aliyê gelê Îranê û jinên Îranê û divê di pêşengtiya jinan de were teşekirin.”

Malala Yusufzay, di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew piştevaniyê dide gelê Îranê û azadiya zarokên keç û got: “Heq dikin ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin.”