Xwediya Xelata Nobelê Jody Williams piştgirî da banga Ocalan
Xwediya xeleta Aştiyê ya Nobelê Jody Williams diyar kir ku ew pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, destek dike û got: “Divê Tirkiye û saziyên navnetewî li gorî vê pêvajoyê gav biavêjin.”

Navenda Nûçeyan – Xwediya Xeleta Aştiyê ya Nobelê, aktivîsta dijî şer Jody Williams têkildarî banga Abdullah Ocalan nameyeke piştgiriyê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re şand.
Jody Williams ji 88 navên xwediyê xelata Nobela Aştiyê ye ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji serokkomarê AKP’yî re name şandibû.
Peyama Jody Williams wiha ye:
“Ez jî weke gelek kesan piştgiriyê didim van hewldanên nû ku ji bo aştiya navbera Kurd û Tirkan têne kirin. Şerê bi dehan salan tenê bi diyalogeke vekirî û dirust, bi îradeyeke ji dil a ji bo demokrasî û aştiyeke mayînde dikare bi dawî bibe.
Jody Williams nameya aşkera ya 88 Xelatgirên Nobelê bi bîr xist ku ji bo piştgiriya banga Abdullah Ocalan hatiye weşandin û got: “Me diyar kir ku em girîngiya vê bangê û gava bi wêrekî silav dikin ku ji bo aştiyê pêvajoya fesixkirina PKK'ê û çekdanînê da destpêkirin. Lê belê ev guherîn tenê bi xwestinê nabe. Hem desthilatdariya li Tirkiyeyê hem jî saziyên navneteweyî yên pêwendîdar neçar in li gorî vê pêvajoyê gavê biavêjin.”
Jody Williams kî ye?
Jody Williams di 9’ê Cotmeha 1950’an de li Amerîka ji dayîk bûye, di 1980’an de polîtîkaya navnetewî xwend, li El Salvador ku ji şer zirar dîtibû beşdarî xebatan bû. Mayînên binerdê, her tim ji bo gelê sivîl gef ava dikir û erkê berpirsyartiya pêkanîna çêkirina lebatên çêkirî ji bo zarokên ku ling û dest xwe winda kirin girtibû ser milê xwe. Jody Williams, ji 1991’an ve ji bo destpêkirina kampanyayaek navnetewî ya li dijî meyînê erdê bû hêza pêşeng. Di sala 1997’an de bi saya hêz û kêrhatiya xwe ya rêxistinî, lîsteya endamên Kampanyaya Qedexekirina Mayînên Binerdê yên Navnetewî (ICBL) ji 60 welatan, gihîşt hezar saziyan.
Jody William, ji ber meşandina kampanyaya qedexekirina mayînên Binerdê, di sala 1997’an de layîqî xeleta Aştiyê ya Nobelê hat dîtin.
Jody Williams û hewldanên ICBL, peymana Ottawa ku ji aliyê 120 dewletan ve hatî îmzekirin û di sala 1999’an de ket meriyetê, çalak kirin. Peymana Ottawa, bikaranîna mayînên antî-personel, hilberîna wê û firotina wê qedexe kir.