Xwediya Ofîsa Ajokariyê: Ajokariya jinan pîşeyek pîroz e

Xwediya Ofîsa Ajokariyê ya “Şinrowê” Hemîde Cemal, diyar kir ku pîşeya ajokariyê wekî pêdiviyeke jiyana rojane ye û got “Lê hin kes bawer dikin ku jin nikarin ajokariyê bikin, lê ev nêrîn pûç bûye.”

MEHRÎBAN SELAM

Helebce – Tevî astengî û gotinên civakê yên li ser ajotina jinan (ku berê şofêrtî ji bo jinan qedexe bû û her wiha her kes difikirî ku tenê mêr dikarin ajokariyê bikin), di çend salên borî de rêjeya beşdariya jinan ji bo fêrbûna ajotinê bi awayekî berbiçav zêde bûye. Lê belê, hê jî hinek jinên ku erebe dajon, li ser kolanan ji ber peyvên neguncav û pênasekirinên neyînî aciz dibin.

‘Fikra ku jin nikarin ajokariyê bikin pûç bûye’

Xwediya Ofîsa Ajotina Erebeyan a bi navê “Şinrowê” Hemîde Cemal, ji ajansa me re derbarê ajokariya jinan û nêrînên civakî de axivî.

Hemîde di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li ofîsa wan piraniya beşdaran jin in û ev delîleke eşkere ye. Hemîde wiha domand: “Nêrîna kevn a li ser jinên ajovan bi tevahî guheriye. Bi vî awayî ku niha jin ajokariyê wekî pêdiviyeke girîng a jiyana rojane dibînin. Lê tevî vê guhertinê, hîn jî kolan ji bo wan ji fişar û qorne lêdana hinek ajokaran ne dûr in. Berê jî hinekan bawer dikir ku jin nikarin bibin ajovan an jî di rûdanên trafîkê de bêtir dikevin nav metirsiyê, lê ev fikir bi îstatîstîk û ezmûnên meydanî pûç bûn.”

Li gorî gotina Hemîde Cemal û hevkarên wê, di nava çend salên borî de bi sedan jin fêrî ajokariyê bûne û wan ev yek wekî beşek ji guhertina civakî bi nav kir. Ji ber ku jin bi vê yekê bêtir dighîjin serbixwebûna xwe.

‘Jin pabendî yasayan in û rêz digirin’

Hemîde Cemal bal kişand ser wê yekê ku amarên Rêveberiya Trafîkê nîşan didin ku jin li gorî mêran kêmtirîn rêjeya qezayan pêk tînin. Ev yek jî ji ber pabendbûna wan a bi yasa û rêzikên trafîkê û şêwaza wan a aramtir a di dema ajotinê de ye. Hemîde got ku “Gelek kes vê wekî tirsa jinan bi nav dikin, lê di rastiyê de ew ne tirs e; belkî hesta berpirsyariyê ye. Jin hesabê ji bo kolan, peyayan, otomobîlên din û xet û sînyalên trafîkê dikin û bêtir rêzê li yasayan digirin.”

Derbarê sedemên qezayên trafîkê yên zêde de wê diyar kir ku leza zêde, qorne lêdana nepêwîst, piştguhkirina yasayan û ajotina bêberpirsyarî, wekî sedemên serekî ne. Hemîde wiha domand: “Ne ku zayenda ajokar e. Ajotin ne girêdayî jinbûn an mêrbûnê ye, her wiha girêdayî fêrbûn, ezmûn, aqil û pabendbûna bi yasayên trafîkê ye jî. Di dema karê xwe de, ne ez bi xwe û ne jî piraniya wan jinên ku me ew fêrî ajokariyê kirine, tûşî qezayên giran ên trafîkê nebûne. Ajokari pîşeyek pîroz e, ji ber ku rasterast bi parastina giyan û jiyana mirovan ve girêdayî ye. Her kesê ku fêrî ajotinê bibe û pabendî yasayan be, dikare bibe ajovanek serkeftî, çi jin be çi jî mêr be.”

Di dawiya axaftina xwe de, Hemîde Cemal bang li civakê kir ku wekî her qadeke din, bi şiyana jinan a di warê ajotinê de jî bawer bikin.