Xurbet Îşlek: Vegera me ya Bakurê Kurdistanê dê bi komî û komînal be

Hevşaredara Mexmûrê Xurbet Îşlek diyar kir ku qanûna çarçoveyê tevî kêmasiyan ji bo destpêkê gaveke dîrokî ye û got ku di çarçoveya vê qanûnê de cihgirtin û vegera wan a welat dê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan be.

ASYA DENÎZ

Mexmûr – Pêşnûmeya bi navê ‘Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî’ ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin, qanûna çarçoveyê ya ku hat pêşkeşkirin bi piraniya dengan di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de hat qebûlkirin. Li ser qanûna çarçoveyê nîqaş hê jî didomin. Gelê Kurd û dostên xwe qanûna hatiye darxistin tevî kêmasiyên wê û zimanê wê yê dijber jî gavekê dîrokî dibînin.

Di nîqaşên ku li ser vegera gelê Mexmûrê tên kirin de helwesta gelê Mexmûrê ji bo vegera warê xwe dê bi komî û komînal be û her wiha dê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan be.

Hevşaredara Mexmûrê Xurbet Îşlek li ser qanûna çarçoveyê û nîqaşên ku li ser vegera gelê Mexmûrê tên kirin ji ajanse me re axivî û got: “Me bi berxwedanî û têkoşînek mezin 30 salên xwe li penaberiyê derbas kir, em gihîştin asteke girîng. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo dê bi destên Rêbertî bi ser bikeve.”

‘Qanûna çarçoveyê ji bo gihîştina armancên destpêkek girîng e’

Xurbet Îşlek diyar kir ku sal û nîv di ser banga 27’ê Sibatê de derbas bûye, piştî wê jî gelek gavên dîrokî ji aliye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ve hatina avêtin û wiha axaftina xwe domand: “27’ê Sibata 2025’an ji aliye Rêber Apo ve ji bo dawî li şerê çekdarî bê anîn û PKK xwe fesih bike bangek hat kirin. Her wiha piştî wê gelek bang û gavên dîrokî ku mohra xwe li dîrokê bidin hatin avêtin. Bendewarî ew bû ku dewlet jî gavek biavêje lê ev yek pêk nehat. Di qanûna çarçoveyî ya hat derxistin de dibe ku xaleke berbiçav ji bo gelê Kurd hatibe pênasekirin tunebe lê ji bo pêvajo bigihîje armanca xwe destpêkeke girîng e. Bi pêşengiya Rêber Apo, ji bo naskirina gelê Kurd ku berê navê Kurd nedihat gotin û her wiha bi berxwedana 50 salan a Tevgera Azadiyê û gelê Kurd em gihîştin vê merheleyê. Bi hewldanên Rêber Apo yên ji bo vê pêvajoyê, nêzî du salan e mirov nayên kuştin.”

‘Dewleta Tirk bi zimanekî dijber gelê xwe li hemberî pêvajoyê sor dike’

Xurbet Îşlek di berdewamiya nirxandinên xwe de bal kişand ser zimanê dijber ê ku dewleta Tirk bi kar tîne diyar kir ku ne li gorî pêvajoyê ye û axaftina xwe wiha domand: “Dema tu dinêrî dibînî ku hê jî dewleta Tirk zimanekî ku li dijî pêvajoyê ye û her wiha peyvên weke teror bikar tîne. Her çiqas Tevgera Azadiyê û gelê Kurd bi banga Rêber Apo re xwestin bi biratiya gelan nêzî pêvajoyê bibin jî di nava dewleta Tirk de pir rêxistin û partiyên cuda ji bo pêvajo nemeşe di medyayê û nîqaşên xwe de ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê zimanekî dijber bi kar tînin. Bi vê yekê gelê xwe li hemberî pêvajoyê sor dikin û ev jî dibe sedem ku pêvajo giran bibe. Weke civaka Kurd jî ji bo em bigihîjin mafên xwe hinek mijarên weke ziman û çanda me pêwîst e weke xalên sereke bikevin vê çarçoveya qanûnî. Ji bo destpêkê em dikarin bibêjin hewldan hene û heta asteke serkeftî ev yek dikare bê dîtin.”

‘Rêbertiyê hebûna Kurdan nîşanî cîhanê da’

Xurbet Îşlek da zanîn ku rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a vê pêvajoyê nebe nabe ye û wiha axivî: “Di hevdîtinên herî dawî yên hatin kirin de jî ketin wê ferqê ku civaka Kurd û Tirk encax bi siyasetê dikarin bigihîjin armanca xwe. Pirsgirêka sedsalî ya Kurdan ku kes nikaribû bi nav bike, bi saya Rêbertiyê ket rojeva cîhanê. Ew bi wêrekî nêz bû, got ku Kurdistan bindest e. Rêbertî bi vê gotinê destpê kir û heta roja me anî ku îro Kurd di qanûnan de cihê xwe digrin. Ev pêşketinên îro çêdibin tevahî bi saya Rêbertî, şehîdên me, Tevgera Azadiyê, gelê me yê berxwedêr û dostên Kurdan in. Rêbertî bi cîhanê da zanîn ku Kurd hene. Xwestin Kurdên bê ziman, bê nasname û bê çand ava bikin. Ji bo em bigihîjin vê astê me bi sed hezaran şehîd di vê oxirê de dan. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo dê bi destên Rêbertî bi ser bikeve.”

‘Em bi bêrîkirina ax av û hewaya welatê xwe mezin bûn’

Xurbet Îşlek teqez kir ku gelê Kurd bi pêşketina pêvajoyê re dê bigihîje mafên xwe û her wiha vegera ji bo welat çêbibe jî dê bi komî be û wiha pê de çû: “Weke wargeha Mexmûrê em di wê baweriyê de ne ku bi vê qanûna hatiye derxistin dê gelê Kurd bigihîje mafên xwe. Em penaberên siyasî ne û ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir em penaber bûn. Em bermahiyên salên 1994’an in. Dewletê bi destên cerdevanan bi hezaran Kurd qetil kirin, kujerên wan nediyar in. Me bi berxwedanî û têkoşîneke mezin 30 salên xwe di penaberiyê de derbas kir û em gihîştin asteke girîng. Ji ber wê ger vegera me ya Bakurê Kurdistanê çêbibe dê bi banga Rêbertiyê be. Em bi bêrî û hesreta ax, av û hewaya welatê xwe mezin bûn lê em bê banga Rêbertî û tevgera xwe venagerin û her wiha vegera me jî dê bi komî û komînal be.”

Xurbet Îşlek diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me salên dûr û direj têkoşînek mezin meşand, em li vir man, bêyî ku dewlet me birêve bibe me bi rêxistinbûna xwe meclîs, sazî û komîteyan, xwe li ser lingan hişt. Ji ber wê jî em dibêjin ger vegerek hebe dê bi komî be û komînal be. Em ê weke gelê wargehê li Bakurê Kurdistanê jî têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Heta em bigihîjin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku ji bo me xeta sor e em ê têkoşîna xwe bidomînin.”