Xûnav Xelîl: Kobanê romana berxwedana sedsalê nivîsand
Endama Kordînasyona Kongra Star Xûnav Xelîl Roja Kobanê ya Cîhanî bibîr xist û diyar kir ku Kobanê, di dîroka gelê Kurd û hişê mirovahiyê de romaneke nû ya berxwedanê nivîsandiye.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Di 15’ê Îlonê 2014’an de çeteyên DAIŞ bi êrîşeke hovane bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê dorpêç kirin. Çeteyan bi hemû hêza xwe hewildan ku bajar biruxînin û weke Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê bixin nava kongrola xwe de. Şerê ku 134 rojan dewam kir, bi serkeftina şervan û gelê Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de tacîdar bû.
Di 1’ê Mijdarê de mirovahî li dora Kobanê kombû
Êrîş û şerê dijwar ku li Kobanê qewimî di mehên Cotmeh û Mijdarê de gihîştin lutkeyê. Ji bo xwedî derketin û piştgiriya bi berxwedanê re, rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gireva Îmraliyê seferberî raghand. Ev seferberî di asta piştgiriyê re guhertinên mezin ava kir ku pê re ji çar parçeyên Kurdistanê ciwan karwan bi karwan weke lehiyekê herikîn Kobanê û tevlî nava şer bû. Çalakiyên piştevaniyê ku roj bi roj dorfereh bû, bala hemû cîhanê kişand ku di encama piştgiriya 93 welat û bajarên navdewletî, roja 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanê ya piştevaniya Kobanê hat raghandin. Di encamê de şervanên ku canê xwe kirin mertal û mirovahiya ku li dora berxwedana Kobanê civiyan bi serketin û barberiya DAIŞ jî binket.
Endama Kordînasyona Kongra Star Xûnav Xelîl bi boneya Roja 1’ê Mijdarê, nirxandinên xwe bi me re parve kir.
‘Şerê li Kobanê hat meşandin wê di bîra me de zindî bimîne’
Xûnav Xelîl di destpêka axaftina xwe de êrîşên ku beriya niha bi 12 salan pêk hatin, wiha bibîr xist: “Îroj 12 sal li ser roja dîrokî ya ku tevahî cîhan ji bo piştgiriya bi berxwedana Kobanê re rabûn ser piyan derbas dibe. Êrîşên çeteyên DAIŞ ku di 2014’an de li ser vî bajarê pêk hatin, dîrokeke ku wê ji bîra dîrokê neçe. Xeteriya vê rêxistina teror li ser hemû mirovahiyê hebû ku beriya Kobanê gelek bajar kontrol kirin û tu hêz jî nikarbû li pêşberî wê raweste. Bi heman armancê çeteyan berê êrîşên xwe dan Kobanê jî ku li vê erdîngariyê rastî berxwedan û biryardariya şervanên Kurd hatin. Kobanê bi erdîngariya xwe biçûk e, lê bi piratîk û berxwedana xwe di hemû cîhanê de mezin e.”
‘1’ê Mijdarê berhema hevgirtina li dijî komplogeran e’
Di domandina nirxandinên xwe de Xûnav Xelîl bi gotina “Hevgirtina gelê Kurd û mirovahiyê plan berovajî kirin” , bal kişand ser asta piştgiriyên bi berxwedana Kobanê re û wiha got: “Ji bo ku Kobanê dagir nebe û gelê wê rûbirûyî komkujiyan neyê, bedêlên gelek giran hatin dayîn û bi sedan şervan şehîd bûn. Ji bo vê jî em îroj dikarin bi rûmet û nasnameya xwe li warê xwe bijîn. Planên ku armanca wê tunekirina vîna gelê Kurd a li Kobanê bû, berovajî bûn ku me dît yekîtiya gelê Kurd di Kobanê de pêk hat. Gava ku ciwanên Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê herikîn Kobanê, mîna agirek li dora berxwedanê kom bûn, me serkeftin garantî kir. Di heman demê de ji gelek welatên cîhanê netewên cuda dilê wan ji bo Kobanê lê da û ew jî li ser piyan bûn. Di encama van piştgiriyên bi heybet de, di parlemantoyên Ewropî de roja 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanî hat diyarkirin û ragihandin.”
‘Serkeftina Kobanê rûmeta gelê Kurd parast’
Endama Koordînasyona Kongra Star Xûnav Xelîl destnîşan kir ku Kobanê keleha berxwedanê ye û kevirên wê bi xwîna ciwanên Kurd ava bûye. Xûnav Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mirov nikare fedakariya ku li Kobanê hat nîşandan û mezinahiya berxwedana wê bi peyvan bîne ziman. Bi taybetî xwîna Kurdistanî ku di nava kavilên Kobanê de gihîşt hev, tabloyeke heybet ya rihê serhildan û berxwedaniya ji bo parastina rûmeta gelê Kurd xwe da der. Bê guman di vî warî de banga Rêber Apo bandoreke mezin li ser yekîtiya vîna Kurdan kir ku sînorên dagirkeran derbas bikin û xwe bighînin Kobanê. Ji bo vê jî bi kombûna gel û ciwanên tevahî Kurdistanê, şervanên YPJ û YPG’ê û Enternasyonalîst di Kobanê de, cara yekem bû ku di dîroka me ya nûjen de romaneke wiha ya berxwedanî û têkoşînê tê nivîsandin. Kobanê ji bo parastina hebûna gelê Kurd bû keleheke berxwedanê ku kevirên wê bi xwîna ciwanên wê hat avakirin.”