Xûnav Xelîl: Jin li dijî projeya qirkirinê xwedî biryar in

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê Xûnav Xelîl bilêv kir ku projeya qirkirina jinan tê meşandin û got ku “Jin di navenda alozî û şerê heyî de ne, divê em xeleka xwe ya têkoşînê mezintir bikin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Li Rojhilata Navîn û Cîhanê her ku diçe şerê cîhanê yê sêyemîn zêdetir têşe digre. Li gor geşedan û pêşketinên heyî, xuya ye ku bi taybetî li ser proje, şoreş û destkeftiyên jinan projeyên qirkirinê hene û heta destpê kirine jî.

Di çarçoveya şerê tê meşandin, qeyranên xwe didin der, êrîşên li ser jinan û biryardariya jinan a ji bo xwe parastinê, endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê li Rojavayê Kurdistanê bersiva da pirsên me.

*Şerê cîhanê yê sêyemîn Rojhilata Navîn ber bi alozî û geşedanên kûr ve dibe. Di vî şerî de hêrî zêde jî êrîş li ser hebûn û nasnameya jinê tê kirin. Lewra pêwîst e jin di nava vî şerî de çawa bikaribe rêxistinbûyîna xwe û têkoşîna xwe bi hêz bike û bi domîne?

Di asta Rojhilata Navîn û giştî cîhanê de em dibînin şerê cîhanê yê sêyemîn dimeşe. Eger lêpirsîn bikin ku ev şer çima û çawa dimeşe, emê bighîjin rastiya ku di asta yekê de dixwazin civak ji hev qut bibe, komkujî pêk werin û netewên heyî qir bikin. Ji xwe ev şer bi xwe, bi dehan qeyranên civakî, aborî, dîplomasî û hwd tîne. Lewra civaka Rojhilata Navîn di encama van şeran de pûç bûye ku ji bilî hizrandina li ser şer, tu çareyên din nabînin. Ev alozî jî bi pêlên şer giran û kûrtir dibe. Jixwe em jî xwe di nava rastiya vî şerî de dibînin û dijîn jî.

‘Projeyek ji bo têkbirina pergala jinan tê meşandin heye’

Bê gûman ev şerê hegemondariyê yekser bandora xwe li ser jinan dike. Lê vê carê ji komkujî û qetilkirinê zêdetir, hewildan ew e ku hebûn, vîn û nasnameya jinê were qirkirin. Li ser vê mijarê bi taybetî projeyek heye ku rola jinan a pêşeng ji holê were rakirin, civakên ku bi pergala jinan a demokratîk, azad û edalet xwe birêxistin dikin, tune bikin. Ev proje jî em di şexsê jinên Kurd de nabêjin, êrîşên heyî li ser netewa jin e. Di vî warî de jin weke xelekekê hevdû temam dikin, çi li Kurdistanê û çi li Rojhilata Navîn û cîhanê. Ji ber vê jî a niha demildest kombûn û yekîtiyeke jinan a Rojhilata Navîn û cîhanê pêwîst dike. Em ancax dikarin bi vî awayî têkoşîna xwe ya parastina nasname û hebûna xwe bidin meşandin û li dijî projeya qirkirina jinan rawestin.

*Di projeyên hêzên hegemonîk de yên wek Îsraîl û DYA, li Rojhilata Navîn bi hêzên cîhadîst, çeteyên tundrew re ji nû ve dîzayn bikin heye. Ev hişmendî jî xwe li ser qirkirina jinan û civaka ehlaqî û polîtîk ava dike. Li hember vêya, pêwîst e jina Kurd di xeta sêyemîn de xwedî rol û mîsyonek bi çi awayî be?
Bi taybet hêzên netew-dewlet û zaynedperest em dibînin ku bi pergala çetewarî ya hatiye pêşxistin, vê projeya xwe pratîk dikin. Ji ber dema em behsa civaka demokratîk dikin, ev tê wateya şênberiya vîna jinan û ciwanan. Eger ev jî bibe, jixwe yekser projeyên hegemoniyê û desthilatdariyê tune dibin. Lewra jî ev hêz ji bo hegemonya xwe biparêzin bi gelek rêbazan êrîşî civakên demokratîk dikin. Ev yekser bi rêbaza çetewarî tê meşandin. Ji bo civakê di bin desthilatdariya xwe de bihêlin û her tim di bin serweriya hişmendiya wan ya netew-dewlet de bijî. Ji bo vê jî a niha projeyên pir mezin li Rojhilata Navîn tên meşandin, şerê ku li Îranê rû dide, bi heman mebestê ye. A niha her hêzek şerê mayînde û dorferehkirina serweriya xwe dike.

*Li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk-ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêwîst e jin pergala xwe çawa ava bike û biparêze?

Projeya ku ji bo Rojhilata Navîn çareseriyê bîne û ji bo jinan bibe hêza xwe parastinê, projeya Rêber Apo ya netewa demokratîk û bernameya Aştî û Civaka Demokratîk e. Jixwe Rêbertî di peyamên xwe de jî piştrast kir ku derfeta wî hebe ew dikare hemû aloziyan bi rengekî siyasî û qanûnî çareser bike. Ev jî rastiyek e ku ev proje dikare bibe xelasiya Rojhilata Navîn. Bi taybetî jî azadiya jinê ku yek ji rêgezên bingehîn a vê projeyê ye, em bawer in ku wê ji bo jinan jî bibe hêza çareseriyê. Di xeta jina azad û felsefeya Jin jiyan azadî ku niha gerdûnî bûye, em dibînin jin bûne xwedî rêxistineke xûrt û di têkoşînê de xwe dispêrin vê felsefeyê. Ji bo vê jî weke jin emê çawa felsefeya xwe biparêzin û li gor rêgezên azadiya jinê xebata xwe bihêz bikin, girîng e.

‘Hikûmeta heyî YPJ’ê qebûl nake’

Di şerê heyî de rastiyeke wiha heye ku jin li hember projeyeke qirkirinê ne. Lewra ji me tê xwestin ku em weke jin xeleka xwe ya têkoşînê ya heyî mezintir bikin, divê weke jin em têkoşîneke hevpar bimeşînin û her jin xwe wek perçeyekî vê projeya azadiyê bibîne. Êrîşên li ser xeta jina azad tên kirin, pir mezin in. Mînaka wê ya herî şênber jî êrîş û înkarkirina Yekîneyên Parastina Jin e. YPJ ku bi têkoşîna xwe bû nasname û felsefeyek, a niha bûye hêzeke wiha ku em dikarin wek enternesyonal jî pênase bikin. Jinên ji gelek netew û welatan cihê xwe, di nava YPJ’ê de digirin. Lê niha çi dibêje, di lihevkirinên ku pêk tên de hikûmeta heyî YPJ’ê qebûl nake û weke hêzeke sereke ya parastina jinan jî napejirîne. Ne tenê ev jî, hişmendiya heyî felsefe, hebûn, nasname û xebatên jinan bi tu awayî qebûl nake. Ev nêzikatî diyar dike ku projeya qirkirina jinê ketiye piratîkê û dixwazin ji tunekirina destkeftiyên jinan destpê bikin.

‘Me ked û bedêlên giran dan heta ku em gihîştin van rojan’

Em weke jinên Rojavayê Kurdistanê, ji bo parastina destkeftiyên xwe a niha di nava têkoşîneke bê dawî de ne. Me ked û bedêlên giran dan heta ku em gihîştin van rojan, ji bo vê jî êdî ne hêsan e ku em serê xwe ji bo kesî bitewînin. Emê têkoşîna xwe li dijî hikûmeta demkî jî dewam bikin da ku vîn, nasname û hebûna jinan were mîsogerkirin. Em careke din dibêjin ku em qeyraneke mezin dijîn û di navenda vê aloziyê de jin heye. Ji bo em serkeftî vê qeyranê derbas bikin, têkoşîneke xûrt gerek dike, xebatên xwe yên siyasî û dîplomasiyê bihêztir bikin. Ancax em bi vî şêwazî têkoşînê bikaribin hebûna xwe qezenc bikin û nasnameya xwe biparêzin. Bi felsefeya jin jiyan azadî û xeta jina azad em xeleka xwe ya têkoşînê ji her demê zêdetir mezin bikin û projeyên hêzên hegemon û çetewarî vala derxin.