Xizmên windayan vê hefteyê pirsa kiryarên Mumine û Tayyibe kirin

Xizmên windayan di hefteya 802’yemîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” de ji bo xwişkên bi navê Mumine û Tayyibe yên ku di serdegirtina mala xwe de hatin qetilkirin, edalet xwestin

Amed- Xizmên windayan û şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 802’yemîn a çalakiya "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” de ji bo xwişkên bi navê Mumine û Teyyibe yên li Mehserta Mêrdînê di serdegirtina mala xwe ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin edalet xwestin. Di çalakiya li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li parka Koşuyoluyê de, pankarta ku wêneyên windayan li ser bû hat vekirin.

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Omer Saman, kesên ku di şewata Xana Axpar (Çinar) û Şemrexa Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û xwest li ser derketina agir lêpirsîn were destpêkirin û zirarên çêbûne werin temzîmkirin.

Du xwişk di serdegirtina malê de hatin qetilkirin

Dûre endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz, çîroka xwişkên bi navê Mumine ya 17 salî û Tayyibe ya 23 salî ku di 27’ê Hezîrana 1994’an de li Mehserta Mêrdînê di serdegirtina malê de hatin qetilkirin xwend û ev agahî da:

“Di roja 27’ê Hezîrana 1994’an de, şeva piştî ku milîtanên PKK’ê li Mehsertê êrîşê qereqolê kirin, tîmên taybet operasyonê dikin û davêjin ser mala xwişkên bi navê Mumine û Tayyibe Sîncar. Di serdegirtinê de hedef Tayyibe Sincar e. Tîmên taybet berê çekan didin Tayyibe Sîncar, di wê demê de xwişka wê Mumine xwe davêje ser xwişka xwe. Tîmên taybet gule berdidin û herdu xwişkan li wê derê qetil dikin. Piştî bûyerê leşker tên dixwazin cenazeyan bibin lê malbat û gundî destûr nadin. Malbat dixwaze dozger were cihê bûyerê. Ji navçeya Mehsertê dozger tê û li cihê bûyerê raporê amade dike. 36 M-16 kovikên li cihê bûyerê tên dîtin dikevin raporê. Tevî hemû daxwaz û îsrara malbatê jî dozger otopsî nake.”

‘Bûyer weke kiryar nediyar ket qeydan’

Firat Akdenîz diyar kir ku leşkeran roja bûyerê keyayê gund Mehdî Aksoy binçav kirine û piştî 30 saet lêpirsîn kirine berdane û wiha domand: “Fermandarê li serê leşkerên ku tên gund dibêje ‘Ger we cerdevanî bipejiranda ev nedihatin serê we.’ Dayika wan Tirkiye jî dibêje; ‘Keçên min bi sûcdariyên bê bingeh ên îtirafkar û îxbarkaran hatin kuştin.’ Malbat li Serdozgeriya Mehsertê der barê tîmên taybet de serlêdana sûc dikin lê tevî hemû têkoşîna ku di warê hiqûqî de didin jî encamek nagirin û bûyer weke kiryar nediyar dikeve qeydan.”