Xizmên Windayan li Amedê edalet xwestin

Xizmên Windayan li Amedê di çalakiya xwe ya hefteya 795’an de aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê ku di dema binçavkirinê de hat windakirin pirsîn.

Amed – Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ji bo pirsa aqûbeta kesên hatin windakirin bi dirûşma “bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” hatin ba hev.

Xizmên windayan û parêzvanên mafan li ber bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê li hev civiyan û di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê di bin çavan de hat windakirin pirsîn.

Di destpêka çalakiyê de parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Adalet Kaya axivî û kesên li Dêrsimê hatin qetilkirin bi bîr anî û got: "Dewlet wê kengê bi sûcên li Dêrsimê pêk anî re rû bi rû were?" Adalet Kaya destnîşan kir ku dewletê gelek kes di bin çavan de qetil kirine û winda kiriye û got ku hê jî bi van sûcan re rû bi rû nehatiye û wiha berdevam kir: “Em dizanin ku ger têkoşîna Dayikên Şemiyê û rêxistinên civaka sivîl nebin me yê hê jî komkujiyên mîna 38’an bidîta. Ji ber vê yekê jî tekoşîna wan ji bo têkoşîna me ya heqîqetê girîng e. Erka me ew e ku em lêgerîna heqîqetê mezin bikin. Heya ku heqîqet dernekevin holê dê dawî li êşan neyê.”

 Binçavkirina wî hat înkarkirin

Çîroka Mehmetcan Ayşîn ji aliyê serokê ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin. Firat Akdenîz diyar kir ku Mehmetcan Ayşîn hatiye binçavkirin û wiha domand: “Malbata ku diçe qereqolê ji aliyê emniyetê ve tê gotin ku Mehmetcan Ayşîn dê sewqî dozgeriyê bê kirin û ji wir bê berdan. Lê Mehmetcan Ayşîn ne sewqî dozgeriyê tê kirin ne jî serbest tê berdan. Malbata ku ji Mehmetcan Ayşîn tu agahî nagire, gelek caran serî li saziyên dewletê dide. Malbat ewil serî li Dadgeha Ewlekariya Dewletê dide lê beriya ku serlêdana malbatê bê kirin, serlêdana malbatê tê redkirin. Li ser vê yekê malbat serî li Walîtiya Rewşa Awarte dide ji vir  sewqî Fermandariya Giştî ya Licê tên kirin. Malbata ku serî li Fermandariya Giştî ya Licê dide, ji aliyê fermandariyê ve ji rê tê ragihandin ku 'di dîroka tê behskirin de tu operasyon nehatiye kirin û kesên navê wan derbas dibin nehatine binçavkirin.”

Ji sala 1994’an ve heta niha tu agahî nehat girtin

Firat Akdenîz diyar kir ku malbat bi salan e li dijî bêhiqûqê têdikoşin û got: “Li gorî îfadeyên şahidan Mehmetcan Ayşîn piştî ku hat binçavkirin 5 roj berê li Fermandariya Tûgaya Licê hat girtin û hemû kesên hatin binçavkirin bi Mehmetcan Ayşîn re rastî îşkenceyê hatine. Girtiyên din jî dîtin ku dema Mehmetcan Ayşîn di binçavan de bû, ji Fermandariya Tûgaya Boluyê leşkerên li dibistana şevînî ya herêma Licê hatin bicihkirin û Mehmetcan Ayşîn jî birine wê derê. Malbat serî li gelek sazî û rêxistinan dide lê hemû serlêdan bêencam dimînin. Malbata Mehmetcan Ayşîn ji 7'ê Gulana 1994'an û vir ve tu agahî ji Mehmetcan Ayşînê ku hat binçavkirin negirt.”

Daxuyaniyê bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.