Xizmên Windayan ji bo edaletê hatin ba hev

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya 883'yemîn de berdewam kir.

Amed – Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya 883'yemîn de berdewam kir. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû pêk hat. Rêveberên ÎHD'ê, xizmên windayan û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê çîroka Omer Oner û Nurî Dayan ku di sala 1994'an de li gundê Axtepê yê bi ser navçeya Çinara Amedê hatin ve hatin revandin û windakirin, hat xwendin.

Di çalakiyê de pêşî hevjîna Omer Oner, Nezîre Baran axivî û anî ziman ku dema hevjînê wê hate windakirin zextên li ser wan zêde bûn û got: “Wê demê, keça min a mezin du salî û nîv bû, kurê min salek û nîv bû. Keça min a biçûk 4 mehî bû. Piştî ku hevjînê min hat kuştin, kurê min jî mir. Ew nexweş bû û min nikaribû wî bibim nexweşxaneyê. Leşkeran ne tenê ne hevjînê min windakirin û kuştin, her şev bi ser mala me de digirtin. Di serdegirtinekê de, min bi darê zorê xistin binçavan û birin. Zarokên min bi pêşa min girtibûn kaş dibûn. Nedixwestin ku leşker min bibin. Ditirsiyan nedixwestin min berdin. Em qebûl nakin, bila kujerê hevjînê min bê eşkerekirin.”

Piştre rêvebera Şaxa ÎHD'a Amedê Eylem Kayayê metna serpêhatiya windakirina Omer Oner û Nûrî Dayan xwend. Eylem Kayayê diyar kir ku hevjîna Omer Oner, Nezîre Baran wiha gotiye: “Li gund, biraziyê min Muharrem, wekî şofêrê traktorê yê gundiyekî dixebitî û carinan hevjînê min Omer jî ew traktorê diajot. Roja bûyerê, heywanên me winda bûbûn û hevjînê min bi traktorê derket ku li wan bigere. Xizmê me û gundiyê me Nuri Dayan jî, bi hevjînê min Omer re li traktorê siwar bû û pê re çû. Gundiyên derdorê gotin ku wan herî dawî hevjînê min Omer û hevalê wî Nûrî li nêzî gundên ku Bismilê û Stewrê de li ser traktorê dîtine.

Hevjînê min û hevalê wî Nûrî Dayan di navbera van her du gundan de winda bûn. Beriya vê bûyerê, leşkerên qereqola polîsan a Çinarê bi berdewamî êrişî mala me dikirin. Fermandarê qereqola polîsan a Çinarê bi eşkereyî gef li hevjînê min xwar. Piştî vê bûyerê, zext zêdetir bûn. Wan em birin Qereqola Polîsan a Çinarê û zext li me kirin û gotin, ‘Hevjînê te çûye çiyê û ew pir caran tê malê’. Min jî ji wan re got, ‘We hevjînê min winda kiriye; her kes vê dizane, û bi serde jî hûn dibêjin ku ew çûye çiyê’. Nêzîkî 6-7 meh piştî bûyerê, gundiyên gundê Tavuklu ya girêdayî Amedê, traktorek terikandî dîtin. Traktor bi guleyan tijî bûbû û motora wê hatibû derxistin.”

Piştî xwendina çîroka windakirinê, Xizmên Windayan çalakiya rûniştinê li dar xistin.