Xizmên Windayan: Divê komîsyona heqîqetê were avakirin
Xizmên Windayan ji Amedê bang kirin: “Ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê em dixwazin li Meclisê komîsyona heqîqetê were avakirin.”

Amed – Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 850'emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist.
Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parkakoşûyolû ya Amedê pêk hat. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD, Dayikên Aştiyê, nûner û rêveberên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tev li bûn. Beşdaran wêneyên windayan hildan û her wiha wêneyên windayan li erdê hatin raxistin. Di hefteya 850'emîn de hat xwestin ku kujerên Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan yê ku di 24'ê Gulana 1994'an de hatibûn windakirin werin darizandin.
Sekterê ÎHDa Amedê Omer Saman ewilî axivî û diyar kir ku çalakiyan windayan li gelek bajaran ji bo dîtina windayan û darizandina faîlan berdewam dike. Omer Saman da zanîn ku îro di pêvajoyek girîng de derbas dibin û got: “Aştî ji bo siberojê tiştek girîng e. Em dixwazin li Meclisê komîsyona heqîqetê were avakirin.”
‘Divê komîsyona heqîqetê were avakirin’
Kurê Selîm Orhan Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan axivî. Adnan Orhan da zanîn ku Mirovên Şemiyê bi salane ji bo xizmên xwe têdikoşin û wiha axivî: “Bavê min Selîm Orhan, Mamê min û kurapê min hatin windakirin. Piştî çend salan li nêzî gunde me gorek komî hat dîtin. Malbatên din jî serlêdan kirin. Me jî serlêdan kir. Û eşkere bû ku bavê min Selîm û apê min û kurapê min in. Lê hestiyên wan revandin û di gorek bêkasan de veşartin. Divê komîsyona heqîqetê were avakirin û ji malbatên kesên hatine windakirin lêborîn were xwestin. Pîrika min berî ku jiyana xwe dest bide gotina wê ya dawiyê ev bû; ‘Ez hêvîdarim ku du kurê min û neviyê min vegerin malê’.”
Endama Komîsyona Windayan ya ÎHD'a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina her sê ferdên malbata Orhan xwend. Ji bo Selîm, Hasan, Cezayîr Orhan û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.