Xizmên Windayan di hefteya 865'emîn de edaletê xwestin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ji bo hefteya 865'emîn a çalakiya xwe de li kiryarê Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku di 4'ê Îlona 1993'an de hat qetilkirin, hat pirsîn.

Amed – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ji bo hefteya 865'emîn a çalakiya xwe ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta wêneyên windayan li ser hat vekirin û û li kiryarê Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku di 4'ê Îlona 1993'an de hat qetilkirin, hat pirsîn.

Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar ku di çalakiyê de axivî, bi bîr xist ku 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûne û got ku sûcdar hîn nehatine darizandin. Cîhan Sîncarê got: "Mehmet Sîncar parlamenter bû. Ew ji bo gelê xwe temsîl bike çûbû wir. Kuştinên nediyar li kolanan diqewimîn, mirov dihatin kuştin. Ew çûn bi gel re hevdîtinê bikin da ku bipirsin kî li pişt vê yekê ye. Wan Mehmet li Êlihê kuşt. Heta roja îro, wan tenê carekê jî sûcdarên Mehmet Sîncar ku parlementer bû, li meclisê nepirsîne. Mehmet Sîncar û hevalên wî ji ber ku demokrasî û edalet dixwestin hatin kuştin. Mehmet Sîncar bi milyonan kes e û em spasdar in ku wî ev rûmet ji me re hiştiye. Li ku derê be, çi dibe bila bibe, em ê li ser rêya kesên ku xwedî li ax, şeref û nirxên xwe derketine bin."  

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Gulşen Ozerê jî di şexsê Mehmet Sîncar de kesên hatine qetilkirin bibîr anî û got ku ji bo kiryar bên darizandin dê têkoşîna xwe xurttir bikin.  

Çîroka Mehmet Sincar ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yahya Polat ve hat xwendin.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.