Xizmên windayan carek din li aqûbeta windahiyên xwe pirsîn
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 888’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de daxwazkirin Mehmet Mehdî Akdenîz ê di 20'ê Sibata 1994'an de li navçeya Pasûrê, li gundê Qeraormanê hatibû windakirin were dîtin
Amed- Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 888’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kir. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û yê Mehmet Mehdî Akdenîz hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku Mehmet Mehdî Akdenîz ê di 20'ê Sibata 1994'an de li navçeya Pasûrê, li gundê Qeraormanê hatibû windakirin were dîtin û kujerên wî bên darizandin.
Di çalakiyê de Sekreterê ÎHDa Amedê Firat Akdenîz beriya daxuyaniyê axivî û bal kişand ser têkoşîna ji bo windayan û got ku heta edalet pêk neyê ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Piştre jî rêvebera ÎHDa Amedê parêzer Berfîn Elçî metna vê hefteyê xwend.
22 salî jî, dema ku li mizgefta mezraya Gergerê ya girêdayî gund bû, tê girtin.”
‘Dema ku li mizgefta mezraya Gergerê ya girêdayî gund bû, hat girtin’
Berfîn Elçî da zanîn ku di salên 90î de Mehmet Mehdî Akdenîz yê ku ji aliyê hêzên paramilîter ve hatine wenda kirin bibîr xist û got: “Piranî windayên me ji salên 90î de, li ber çavên malbatên wan bi zordarî hatin binçavkirin. Lê ew roj heta îro, me tu agahiyek derheqê windahiyên xwe de nebihîstine. bi hezaran hezkiriyên me hatin binçavkirin û bi zordarî hatin windakirin. Yek jî ji van hezkiriyên me Mehmet Mehdi Akdeniz e. Mehmet Mehdi Akdeniz, 20'ê Sibata 1994'an de li navçeya Pasûrê, li gundê Qeraormanê, wexta ku wê leşkeran avêtin ser gundê wan, li ber çavê malbat û gundiyên xwe bi zordarî hat binçavkirin. Lê ew roj heta îro me tu agahiyek derheqê wî de nebihîstine. Di 20.02.1994an de, derdora saet 14.30an de, ji aliyê leşkerên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Pasûrê ve, bi beşdariya nêzîkî 200 leşkerî serdegirtinek li gundê Karaormanê ya girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê, ku malbata Akdeniz lê niştecih e, tê pêkanîn. Dema ku beşek ji leşkeran li derdora gund disekinin, beşeke din jî dikeve nava gund. Leşker ji gundiyan xwarinê dixwazin. Ji ber ku ew dem salên ku bûyerên şewitandin û valakirina gundan bi awayekî dijwar dihatin meşandin bûn, gundî ji ber tirsa xwe neçar dimînin û daxwazên leşkeran bi cih tînin. Ji ber vê yekê, daxwazên leşkeran tên bicihanîn. Di dema serdegirtinê de, mirovên ku di malan de bûn, ji aliyê leşkeran ve tên zorê ku derkevin derve. Mehmet Mehdî Akdenîz 22 salî jî, dema ku li mizgefta mezraya Gergerê ya girêdayî gund bû, tê girtin.”
‘Binçavkirina wî tê înkarkirin’
Berfîn Elçî, anî ziman ku malbata Mehmet Mehdî Akdenîz serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê daye lê bê bersiv mane û wiha got: “Bi gelemperî, ji daxwaznameyên malbatê re bersiva nivîskî nayê dayîn. Lê belê di 11ê Gulana 1994an de, di bersiva nivîskî ya ku bo yek ji daxwaznameyên wan hatiye dayîn de wiha tê gotin, ‘Di vekolîna qeydên me yên çavdêriyê de rastî navê wî nehatiye’. Tevî ku li ber çavên bi dehan kesan hatiye binçavkirin jî, binçavkirina wî tê înkarkirin. Hemû serlêdanên malbata Akdeniz ên piştî vê yekê, bê encam dimînin. Malbata Akdeniz a ku di hiqûqa navxweyî de negihişt tu encamekê, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide û dadgeh biryara binpêkirinê dide.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.