Xizmên Windayan aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya hefteya 816’emîn de aqûbeta Îbrahîm Gundem ku di sala 1991’ê de di bin çavan de hat windakirin pirsîn.

Navenda Nûçeyan- Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 816’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û fail bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê pêk hat. Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tevli çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan û pankartek wêneyan jî li erdê hat raxistin.

Xizmên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Gundem ê li gundê Qenderhelê yê ser bi navçeya Hezroya Amedê ve hatibû windakirin, pirsîn.

‘Bila kujerê zarokan bên cezakirin’ 

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê axivî û diyar kir ku bi salan e ji bo winda bên dîtin û faîl bên girtin têdikoşin û destnîşan kir ku desthilatdar û muxalefet ji bilî darizandina çend faîlan guhên xwe ji daxwazan re girtine û wiha got: “Li herêma me ji salên 90’î ve meseleya Kurd nayê çareserkirin, ev jî rê li ber binpêkirinên mafên mirovan ên giran vedike. Mixabin herî zêde jî zarokan para xwe ji van binpêkirinên mafan girtin. Zarok hatin qetilkirin û seqet man. Yek ji van zarokên hatiye qetilkirin jî Ceylan Onkol e.”

Ercan Yilmaz qetilkirina Ceylan Onkol a beriya 15 salan bi bîr xist û got: “Tevî ewqas sal hê jî faîl nehatine tesbîtkirin. Darizandinek bi bandor nehat kirin. Em dibêjin bi raboriya xwe re hevrû bibin û edaletê dixwazin lê belê desthilatdariya siyasî ji bo em van cangoriyan ji bîr bikin polîtîkayan dixin dewrê û ser bûyeran digrin.”

‘Heta mirinê em ê têbikoşin’

Piştre xwişka Îbrahîm Gundem ê winda, Ferîde Mafra axivî û wiha got: “Kekê min 33 sal in winda ye. Ev 15 sal in em li Koşûyolûyê li hestiyên xwe digerin û têdikoşin. Em dixwazin gorek me jî hebe. Ev 15 sal in em tên vê derê lê kes nabêje hûn çi dixwazin? Bila hestiyên me derxin û bidin me da ku gorek me hebe û em serdana wê bikin. Em ê heta mirinê têbikoşin. Baran jî bibare, berf jî bibare em ê ji vir neçin. Heta ku em hestiyên xwe bibînin, em ê ji qadan neçin.”

Serpêhatiya Îbrahîm Gundem ê di 25’ê îlona 1991’ê de li gundê Qenderhelê yê Hezroyê hat windakirin, ji aliyê endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî ve hat xwendin.

 Serpêhatiya windakirina Îbrahîm Gundem wiha ye: “Îbrahîm Gundem zewicîbû 9 zarokên wî hebûn. Li gel malbata xwe li gund karê cotkariyê dikir. Di nîvê şeva 25’ê Îlona sala 1991’ê de serpêl Kenan Şahîn û tîmên leşkerî bi ser mala wan de girtin. Di serdegirtinê de lawê Ahmet Gundem, Îbrahîm Gundem hat binçavkirin. Leşkeran got ku dê di danê sibehê de bê berdan. Li ser vê yekê Ahmet Gundem çû qereqolê û aqûbeta kurê xwe pirsî. Lê belê jê re gotin; ‘nehatiye binçavkirin.’ Bav Gundem ji bo pirsa kurê xwe serî li Serdozgeriya Hezroyê da. Dozger, bav Ahmet Gundem dîsa dişîne qereqolê. Vê carê jî bav Gundem daxwazname da qereqolê. Piştre jî gelek daxwazname dan lê tu carî encamek bi dest nexist. Piştre serî li Walîtiya Amedê da. Walîtî li qereqolê digere û qereqol dibêje ku wan girtiye. Li ser vê yekê bav Gundem diçe Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. Fermandarî jê re dibêje; ‘tu dewletê sûcdar dikî. Dewlet tiştekî wisa nake.’ Piştre jî gef lê tên xwarin.

Ahmet Gundem heta demekê ji bo kurê xwe serî li gelek deveran dide. Di vê navberê de zext li malbatê tê kirin. Lê belê malbat dimîne di bin zext û zordariyê de. Di 15’ê Sibata sala 1993’yan de jî leşker û cerdevan mala Ahmet Gundem dişewitînin. Malbat ku ji 15 endaman pêk dihat neçar ma koçî Amedê bibe.

Dayika Gundem, Meryem Gundem ji bo aqûbeta kurê xwe bi salan e li ber avahiyan ma. Lê mixabin mîna Dayika Berfo, Dayika Fatma û gelek dayikên din bêyî ku aqûbeta zarokê xwe bizanibe wefat kir.”