Xizmên tacîzkar û xebatkarên Navenda Perwerdeya Gel zextê li malbatan dikin!

Li Lice xizmên mêrê bi navê A.Ç ku bi awayek sîstematîk tacîza zeyendî li zarokan dike, yek bi yek diçin na malbatên ku gilî kirine, zextê dikin û hat îdiakirin ku di nava wan kesan de xebatkarên Navenda Perwerdeya Gel jî hene.

Amed – Derket holê ku li navçeya Licêya Amedê di Kanûna 2024’an de, mêrê bi navê A.Ç bi awayekî sîstematîk li gelek zarokan tacîza zayendî kiriye. Kiryar li ser giliyên malbatan hatibû girtin. Malbatan diyar kirin ku kiryar û xizmên wan ji bo giliyên xwe paşve bikşînin gef li wan xwarine. Di nava kesên ku gef li malbatan xwarine de; hevjînên kiryar, birayê wî û li gorî îdiayan hat zanîn ku erkdarekî Navenda Perwerdeya Gel jî heye. 

Têkildarî mijarê me bi malbatê re hevdîtin kir û kesek ji malbatê bûyerên dema êrîşê û piştî wê hatine jiyîn piştrast kir, anî ziman ku zarokan tecîza li wan hatiye kirin, berê jî anîne ziman lê belê wan bawer nekirine.

‘Beriya du salan zarokên din jî tacîz kiribû’

Jina ciwan a ku der barê mijarê de me pê re hevdîtin kir têkildarî bûyerê ev agahî da: “Ev rewş beriya du salan ji me re hatibû gotin. Beriya xwişka min, hevalên min tacîza ku hatibû kirin ji min re gotin lê belê me bawer nedikir. Hevalên min bi caran ji min re gotin dest avêtine me. Hevalên me û xwişkên me jî heman tiştî gotin. Li gel xwişkên min dema gelek kesan heman bûyer careke din anîn ziman, beriya me mamoste û piştre jî em çûn me gilî kir. Piştî me gilî kir hevjîna wî mêrî û birayên wî her roj dihatin gel me digotin ‘giliyê xwe paşve bikşînin vekişin’ zext li me kirin.”

‘Bi gotinên ‘ev ne tacîz e hezkirin e’ zorê li me kir ku em giliyên xwe paşve bikşînin’

Jina ciwan diyar kir ku ew rastî zextên xizmên kiryar, ên bi gotina ‘hemû malbatan giliyên xwe paşve kişand, hûn jî paşve bikşînin’ hatine û wiha got: “Hatin gel me gotin hûn ê çi ji dozger re bibêjin. Bi heman awayî hewl dabûn malbatên din jî bixapînin. Hevjîna kiryar, bira û kesekî xizmê wî hatin gel me, gotin ‘zarok ji bo dersê betal bikin ev derew kirin e.’ Yek ji van navan got ku ‘ev ne tacîz e hezkirin e.’ Me bertek nîşanî van gotinan da. Em ji navendên perwerdeyê ya li navçeyê hîn bûn ku ji bo îqnakirina malbatan çûne gel malbatan lê belê der barê vê yekê de di destên me de belgeyek tunebû. Em dixwazin kiryar cezayê herî giran bigre. Xwişka min nikare tiştên ku jiyane vebêje û nikare razê. Di vê çi pêwîst be were kirin.”