Xizmên kiryarê êrîşa zayendî gef li JINNEWS û hiqûqnasan xwar

Li kiryar mamosta Muammer Ugur ji ber sûcê destdirêjiya li 4 zarokan 82 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Piştî vê yekê xizmên kiryar bi telefonê geriyan û gef li Baroya Şirnexê û JINNEWS’ê xwarin.

Navenda Nûçeyan – Di 16’ê Gûlanê de danişîna doza biryarê ya mamosteyê gumanbar Muammer Ugur ku ji ber sûcê “destdirêjiya sîstematîk a hember zarokan” hat darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Di danişîna biryarê de dadgehê ji ber êrîşa zayendî li dijî zarokan bi giştî 82 sal û 6 meh cezayê hepse da. Ji ber sûcê “Ji azadiyê bêpar hiştiye” jî biryara beraetê da.

Gef li Baroyê xwar

Hat diyarkirin ku piştî biryarê xizmên kiryar, gef li parêzerên Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê xwariye. Komîsyon li ser gefên hatin xwarin têkildarî xizmên gûmanbar de di 16’ê Gûlanê de bi sûcê “gef û heqaretê” de serlêdana gilî kir. 

Gef li JINNEWS’ê hat xwarin

Di 17’ê Gulanê de kesê bi navê D. ku xwe weke “Şêwirmendê Malbatê” da nasîn bi rêya telefonê li ajansa jinan a JINNEWS’ê geriya û îdia kir ku bûyer rastiyê nîşan nade û êrîşa zayendî “derew e”. Heman kesî gef li JINNEWS xwar û xwest nûçe bê guhertin.