Xizanî nebûna xizmet û hişmendiya qanûnî di nava çerxa tundiyê de dihêle
Şêwe û sedemên tundiyê gelek in û her yek ji wan cuda ne. Li dijî vê rewşê ya esasî destgirtin û pejirandina polîtîkayên berfireh ên armanca wan xurtkirina çandek ku rêzê li mafên mirovan û rûmeta jinan digre ye.
ESMAA FETHÎ
Qahîre – Tundiya li dijî jinan a li taxên xizan û deverên xizan, ji ber tevlîheviya faktorên bi aloz ên aborî, civakî û çandî zêdetir dibe. Xizanî, tunebûna xizmetên bingehîn û binesaziya xirab hawirdorek qels diafirîne û zextên li ser malbatan zêde dike; ev yek jî jinan hem di tundiya nava malê de û hem jî di ya nava civakê de tîne rewşeke bêparastin.
Ev derdorên zextker, bi gelemperî hewl didin dengê jinan bibirin û kapasîteyên wan ên xwestina alîkariyê yan jî gihîştina çavkaniyên piştgiriyê sînordar dikin.
Yek ji pirsgirêkên herî berbiçav ên jin li van herêman pê re rû bi rû dimînin, têkeliya rolên zextker ên di nava malê û derveyî malê de û nebûna parastina saziyî ye. Li deverên mîna herêma Masara Başûr a Qahîre paytexta Misrê, zêdebûna nifûsê, nebûna kontrola civakî û qelsbûna çalakiyên hişyarkirinê, zêdetir dibin sedema belavbûna tundiya derûnî, fizîkî û aborî . Her wiha qelsbûna hişmendiya mafên qanûnî, çanda bêdengî û tirsê xurt dike.
Sînordarkirina xizmetên civakî yên mîna navendên şêwirmendiyê, stargeh û bernameyên hêzdarkirina aborî, jinan bêyî vebijarkên rê û rêbazên rast di nava çerxek tundiyê de heps dike. Di vê rastiyê de, mudaxeleya saziyî, berfirehkirina bernameyên hişyariyê û xurtkirina hebûna civaka sivîl a li deverên mîna Masara Başûr, ji bo parastina jinan, şikandina qalibên tundiyê yên mîras mane û afirandina riyên rastîn piji bo jiyana bi ewletir û rûmettir, dibin neçariyek.
Piştgirî û bihezkirina jinan
Li heremên ku derfet kêm in, ji bo piştgiriya jinan gelek rêxistin dixebitin. Berpirsa yekîneya piştgiriya hiqûqî ya Komeleya Bahrî Masara ya li Helwanê parêzer Nama Îbrahîm, wiha dibêje: "Li komeleyê ji bo piştgirî û bihêzkirina jinan bernameyên me yên cuda hene. Yekîneya piştgiriya hiqûqî, yekîneya guhdarîkirinê, yekîneya lênêrîna zarokan û her wiha atolyeyek ku jin lê dixebitin û gelek hunerên destan hilberînin heye. Di nava xizmetên tên pêşkêşkirin de ji bo zarokên di bin 5 salî de kreşek heye. Jin û bi taybetî dayikên ku ji bo beşdarbûna perwerdeya hunerên destan û çalakiyên hatine organîzekirin tên navenda me, ji ber nebûna cihekî bi ewle ya danîna zarokên xwe zehmetiyan dikşîniin. Lê ev yek bû sedem ku em li çareseriyan bigerin.”
Nama Îbrahîm, diyar kir ku piştgirîkirin û bihêzkirina jinan di aliyê aborî de ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên mîna tundiya li ser bingeha zayendî kilîta yekemîn e û wiha axivî: “Beşdarbûna li taxê pir baş e. Em bi hevkarên li herêmê û deverên derdorê re dixebitin û di gelek karên destan de perwerdeyan pêşkêş dikin. Her wiha me bernameyên perwerdeyê yên curbecur ên mîna hilberîna xurek, çêkirina mûman û berhemên lênêrîna çerm ên bêyî hewcedariya destwerdana kîmyewî jî li dar xistin.”
Nama Îbrahîm, da zanîn ku jin tên û perwerde dibînin, beşek girîng a jinan jî bi pêkanîna projeyên xwe yên biçûk, hewl didin ji bo malbatên xwe dahatek birêkûpêk bi dest bixin û got: “Pêkanîna gelek projeyan a di nava malê de, hem hewldan û hem jî lêçûnên jinan kêm dike. Em difikirin ku pêşniyarên komeleyê, ji bo nifûsa herêmê, kapasîteyên jinan û derfetên wan pir guncaw e. Ji ber ku ev bername li gorî hewcedariyên wan hatiye avakirin.”
Çerxa bi xeter
Nama Îbrahîm, pirsa komele li taxan çawa li hemberî berxwedana ku mêr li dijî beşdarbûna jinan a di van çalakiyan de nîşan didin, çareser dike bersivand û got: "Redkirin zêde ye. Gelek mêr hêza aborî ya jinan, mîna amûrek ku dê pêşiya redkirina hinek pratîkên nemirovane yên li dijî wan derdikevin vedikin, dibînin. Me vê yekê zû ferq kir û me bi kampanyayên hişyarkirinê û bi beşdarkirina mêran a di pêvajoyê de vê yekê çareser kir. Bi taybetî em diyar dikin ku hêza aborî di pêkanîna hewcedariyên malbatê de dibe têkariyek mezin. Yek ji çareseriyên ku komeleyê bi pêş xist, beşdariya mêran û meşandina kampanyayên hişyarkirinê yên têkildarî zirara ku malbat ji ber tundiyê dibînin e.”
Nama Îbrahîm, destnîşan kir ku binpêkirinên li dijî jinan, li gelek deverên welat eynî ne lê ji ber pergala xizan a herêmê, "çerxa bi xeter" a xizanî, nexweşî û nexwendinê, rewşê zêdetir bi aloz kiriye û got: "Rewşa aborî ya xirab û nebûna derfetên kar ji bo mêr û jinan, di asteke zêde de rêjeya tundiyê zêde dikin. Bandorek neyînî li ser hemû têkiliyan kir. Her wiha, mîna encamek şert û mercan, rêjeya qubûna ji perwerdeyê jî zêde bû.”
‘Tundiya fîzîkî ya giran yek ji binpêkirinên zêde yên li herêmê ye’
Nama Îbrahîm, diyar kir ku tundiya fîzîkî ya giran yek ji binpêkirinên herî gelemperî li herêmê ye û piştî vê jî cureyên derûnî, perwerde û yên din tên û wiha domand: “Em di yekîneyên çavdêriyê de, şahidî ji tundiya li ser jinê, heqaret, bêparhiştina ji zarokên xwe û nefeqeyê dikin. Dema ez têm yekîneyên piştgiriya hiqûqî, ji bo dozên ku ji yekîneya çavdêriyê tên şandin şêwirmendiyê, piştgirî yan jî şandina dadgehê mîsoger dikim. Em di gelek bûyeran de tundiya fîzîkî ya giran dibînim. Ya balkêş jî gelek jin ji bo malbata xwe naterikînin an jî li çareseriyê nagerîn, bi salan tundiyê tehemul dikin. Di encamê de tundiya li dijî jinan li herêmên cuda yên Misrê ne tenê meseleyeke tevgerên şexsî ye, encama pergaleke ku faktorên aborî, civakî û çandî ketine nava hev û ji bo domandina tundiyê hawirdorek guncaw diafirîne ye.”
Nama Îbrahîm, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li deverên mîna Masara Başûr, xizanî, xizmetên xirab û nebûna hişmendiya qanûnî, jin di nava çerxek tundiyê de asê mane. Lewma, girîngiya polîtîkayên yekgir ên bihêzkirina aborî ya jinan, afirandina cihên bi ewle, xurtkirina rola wan a civakî û hişmendiya wan û pêkanîna qanûnên astengkar tîne li gel hev, derdikeve holê. Rûbirûbûna bi vê rastiyê re ne tenê qebûlkirina vê yekê, di heman demê de ji bo her jin bikaribe jiyana bi rûmet, ewlehî û rêzdarî bijî, ji bo guhertinê pêdivî xebatek cidî heye.”