Xeza di navbera ‘Xeta Zer’ û rojava de ber bi ku ve diçe?

Biryara NY’yê ya ji bo wesayeta li Xezayê, merheleyek nû ya tevlîhev, parçebûnên erdnîgarî û siyasî ku encamên wê yên civakî-aborî hene bi xwe re tîne. Ev yek jî nîşan dide ku dê Filistîn perçe bibe û rewşeke dijberî hiqûqa navneteweyî çêbibe.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Bajarê Xezayê niha bi plana serokê DYE’yê Donald Trump li benda projeyek bi sernavê “Xezaya Nû” ye. Ev proje di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de hat erêkirin û pejirandin lê nehat diyarkirin ku de li rojhilatê “Xeta Zer” çip bibe. Gelo dê li ew der bibe cihekî bi îstîqrar an an herêmek di bin kontrola Îsraîlê de? Gelo dê aqubeta rojavayê Xezayê çawa be? Bajar di navbera aliyên Rojhilat û Rojava de perçekirî bimîne yan dê li Rojhilata Navîn bajarekî nû yê bi ruh were avakirin?

Akademîsyen  Îlham Şîmalî ya li ser pevçûnên Ereb-Îsraîlê lêkolînan dike, got ku piştî biryara wesayeta NY’ê ya li ser Zîvala Xezayê Filîstînî hem di mijara Zîvala Xezayê hem jî tevahiya Filistînê de ketine merheleyeke nû. Her wiha bal kişand ku ev merhele ne yekîtiya siyasî rastiyeke siyasî ya ku ji herêm û kantonên cuda pêk tê ferz dike.

Îlham Şîmalî diyar kir ku hûrguliyên biryarê û bendên têkildarî rewşa aliyê rojava û rojhilat ên Zîvala Xezayê hê di malpera fermî ya NY’ê de nehatiye weşandin û got ku ev bi awayê ku tê zanîn ne pêvajoyeke avakirina ji nû ve ye; li gorî vîzyona Îsraîl-Emerîkayê ji nû ve avakirina herêmên rojhilat e.

‘Rêveberiya ku were avakirin têkiliya wê bi civaka Filistînê re tune ye’

Nêzî ji sedî 50 erda Xezayê ku niha ji Refahê dest pê dike, heta şirîta bakur diçe erdnîgariyeke dewlemend e. Bajarê Refahê, beriya 7’ê Cotmeha 2023’yan bi îdareyên ji rêveberiyan cuda, bibe yek ji mînakên bajarên ku tê xwestin were avakirin. Aliyê Rojava jî bi hinceta ku di bin rêveberiya Hamasê de ye di nava enqazan de ye û dê di nav xirbeyan de were hiştin.

Îlham Şîmalî, diyar kir ku zêdetirî kesên li herêma rojhilat dijîn, piştî lêkolînên ewlehiyê yên Îsraîlê dê destûr bidin vegerin malên xwe, li wan herêman mafê xwedîbûna xanî were dayîn lê xwedîbûna erd û zeviyan, tam weke li hinek heremên Şerîaya Rojava were qedexekirin. Her wiha da zanîn ku rêveberiya ku di warê aborî, siyasî û hiqûqî de were avakirin dê tu eleqeya wê bi Filistîniyan re tunebe.

Planeke siyasî ye

Li gorî Îlham Şîmalî, plana jinûveavakirna Xezayê îmareke siyasî ye û welatiyên Filistînî esas nayên girtin. Ji aliyê civaka navneteweyî ve wekî ku Xeza tenê ji herêmên rojhilat pêk tê destekê dibîne. Van gavan, tê wateyê ku dê herêmên rojava, salên dirêj di nava konan de bê îmar û jiyan werin hiştin.

Îlhema Şîmalî got ku vê rewşa di navbera rojhilat û rojava de dê encamên hiqûqî, siysî, aborî, civakî û însanî bi xwe re bîne û diyar kir ku beriya şer, rojhilat û rojavayê Xezayê bi nexweşxane, zanîngeh, dadgeh û saziyên ewlekariyê re yek bûn niha jî avakirina rêveberiyên cuda ji bo rojhilat û rojava de li ser bajar dê guherîna ji kokê ve ferz bike.

‘Dagirkirina Xezayê êdî di bin perdeya navneteweyî de tê kirin’

Îlham Şîmalî wiha got: “Civaka Filistînê niha bi perçebûneke nû ya erdnîgariyê re rûbirû ye. Ev rewş dê demografiyê perçe bike, tevna civake xirab bibe û bi taybetî çanda malbatî yê Filistînî ji hev belav bike. Lewre civaka Filistînê bi têkiliyên xurt ên malbatê û eşîretan tê nasîn lê niha bi herêmên bi ewle û korîdorên tampon dê malbat ji hev veqetin.”

Îlham Şîmalî diyar kir ku xetên zer ên Îsraîlê li Xezayê pêk anîne dişibin xetên ku di sala 1948’an de hatine çêkirin û da zanîn ku destûrên tevger û serdanan dê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê ve werin diyarkirin, ev yek jî xwe dispêre Peymana Rodozê û got: “Dagirkirina bajar niha di bin perdeya navneteweyî de ye û bi erêkirina hemû dewletan pêk tê. Ger ev plan bikeve meriyetê dê paşvegirtina Xezayê ne pêkan be.”

‘Dê li herêmên rojhilat nasnameya neteweyî nemîne’

Îlham Şîmalî her wiha bi bîr xist ku Filistîniyan 18 salan perçekirina di navbera xwe de fam nekiribûn û pirsa gelo di bin wesayeta navneteweyî û rêveberiya Îsraîl-Emerîkayê de yebûn pekan e kir û bal kişand ku ev yek tenê bi biryarek neteweyî ya ku bi aliyên Filistîn û Ereb re were girtin pêkan e, dijberî vê dê bandora xwe li ser 50 salên li pêş bide û wiha domand: “Dê li herêmên rojhilat, nasnameya neteweyî winda bibe. Kesên li van herêman bimînin dê ji aliyê Îsraîlê ve werin pejirandin. Bi vê yekê dê mafê berxwedana çekdarî ya gelê Filistînê nemîne. Divê were zanîn ku ev perçebûn dijberî hiqûqa navneteweyî ye. Yek ji du orojeyên ku li Konseya Ewlekariyê hat nirxandin, projeya Emerîkayê ye; di vê projeyê tu rol ji rêveberiya Filistînê re nehatiye dayîn û armanc ew e ku dewlet bi fîgurên serbixwe were birêvebirin. Projeya din jî ji aliyê Rûsyayê ve hatiye pêşkêşkirin û rola Rêveberiya Filîstînê esas hatiye girtin lê ev yek di konseyê de hatiye redkirin.”

Îlham Şîmalî ya li ser şerê Ereb-Îsraîlê lêkolînan dike,  got ku tiştên hatin jiyîn, bi taybetî li ser jinên Filistînî yên di dema şer de êşên mezin kişandin bandorek xirab bike û wiha bi dawî kir: “Perçebûna tevna civakî dê bibe sedema zêdebûna sûcan, şerê navxweyî û dê ev yek jiyana jinan zortir bike. Dê tu cih nemîne ku jin daxwaza mafên xwe bikin û jixwe êrîşa Îsraîlê bi awayekî din didome.”