‘Xeteriyên li ser jinan didomin’
Endama Kongra Star Newroz Xelîl got: “Tifaqa dawî ya ku hat îmzekirin di navbera HSD’ê û rêveberiya demkî de, ne li gorî xewn û xeyalên me bûn lê ji bo ku rê li ber qirkirina gelê Kurd were girtin ev yek hat pejirandin.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamîşlo – Bi lihevkirina di navbera QSD û HTŞ’ê de gelek nîqaş û nirxandin pêşdikevin. Bi taybetî jî li ser pergala ku jin bi berxwedan û têkoşîna xwe avakiriye wê ji îro şûnde bi çi awayî bidome, dibe mijara sereke yên jinan. Jinên ku di berxwedanê de û avakirina rêveberiya herêmî de pêşeng bûn, niha bi rewşên dijwar re rûbirû ne.
Endama Kongra Star Newroz Xelîl ji ajansa me re axivî û anî ziman ku: “Jinan gelek têkoşîn û berxwedan di nava Şoreşa Rojava de dane.”
Şoreşa Rojava gelek destekftiyan ji bo jinan ava kir
Newroz Xelîl da zanîn ku bi Şoreşa Rojava re xweseriyek ava bûye û dibêje: “Ji destpêka Şoreşa Sûriyeyê ve heta niha gelê Sûriyeyê rastî gelek alozî û zehmetiyan hat lê, bi şoreşê re destpêkê Rêveberiya Xweser û YPJ hatin avakirin. Yekîtiya Parastina Jin (YPJ), bi salan li dijî DAIŞ’ê şer kir, hebûn û nasnameya xwe îsbat kir. Jinên Rojava di hemû qadan de cihê xwe girtin û bûn xwedî biryar. Hêza jin ya YPJ’ê ji bo tevahî jinên azadîxwaz bû hêviya jiyan û serkeftinê.”
Newroz Xelîl teqez kir ku jinên Rojava, bi têkoşîna xwe îsbat kirine ku dikarin welatê xwe biparêzin û wiha gotinên xwe domand: “Me ji bo civaka demokratîk bang dikir, ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo tevahî jinên li Rojava. Hemû jinên li Rojava îro xwe birêxistin kirine û îsbat kirine ku dikarin parastina ax û welatê xwe bikin. Piştî hilweşîna rejîma Baasê re gelê Sûriyeyê bi hêvî bû ku jiyana wekhev û demokratîk bijî. Lê, bi kiryarên hikûmeta demkî re ev hêvî ne ma. Rêveberiya demkî gelek tifaq û destûr çêkirin lê di hemû tifaqan de ne, maf, ne hebûn, ne nasname û ne jî îradeya jinan bi tû awayî nîne.”
Newroz Xelîl destnîşan kir ku rêveberiya demkî bi awayekî hovane êrîşî jinan dike. Bi kiryar û emelên xwe re hişmendiya xwe ya li hember jinan dide diyar kirin. Newroz Xelîl dibêje: “Di êrîşên ku li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de, jinan gelek berxwedan raber kir û têkoşiyan, heta dawî xwestin taxên xwe biparêzin. Rêveberiya demkî bi awayekî hovane jinan qetil dike, bi taybetî jinên Kurd. Cenazeyê şervana jin ji qata sêyemîn avêt, keziya şervaneke jin jêkir. Ev çeteyên hovane ji ber ku ji cesareta jinan ditirsin, jinan qebûl nakin. Daxwaza jinan ew e ku Sûriyeya wekhev û demokratîk ava bibe.”
‘YPJ hebûna me ye’
Newroz Xelîl dibêje pêwîste yek ji bendên bingehîn yên di tîfaqê de ji bo maf û hebûna jinan be. Newroz Xelîl di dawiya gotinên xwe de bi vê awayî qala têkoşîn û berxwedaniya YPJ’ê dike: “Tifaqa dawî ya ku hat îmzekirin di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rêveberiya demkî de, ne li gorî xewn û xeyalên me bûn lê ji bo ku rê li ber qirkirina gelê Kurd were girtin ev yek hat pejirandin. Li ser her tiştî hat nîqaşkirin lê li ser maf û hebûna jinan nehat nîqaşkirin û tu bendên zelal ku jinan biparêzin li Sûriyeyê tunene. Pêwist e bendên bingehîn di tifaqê de mafên jinan bin. Hêza YPJ’ê gelek têkoşiya, YPJ’ê DAIŞ têk bir. YPJ hebûna me ye û heta dawî em piştgiriya YPJ’ê dikin.”