‘Xeta Sakîne Cansiz temsîla heqîqetek bê dawî ye’
Çalakvana siyasî Ronahî Hisên şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anî û diyar kir ku rê û xeta wan temsîla heqîqetek bêdawî ye.
Binarê Qendîl – Di 9’ê Çileya 2013’an de bi destên MÎT’a dewleta Tirk, li paytexta Fransa Parîsê yek ji damezrînerên PKK’ê, Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Di ser vê komkujiyê de 13 sal derbas bû. Bi boneya salvegera komkujiya Parîsê çalakvana siyasî Ronahî Hisên ji ajansa me re axivî û got: “Mîrasa têkoşîna Sakîne Cansiz, ne tenê bûyereke dîrokî ye, xeta stratejîk û manîfestoya zindî ye ji bo bingeha civaka demokratîk û azadkirina îradeya jinan li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê.”
‘Sembola berxwedanê ya ji girtîgehê digihîje cîhanê’
Ronak Hisên bal kişand ser jiyan û xebatên Sakîne Cansiz û wiha got: “Hevala Sara weke yek ji damezrênerên Partiya Karkerên Kurdistanê ne. Di qonaxeke dijwar de, di nava civaka Elewî û kedkar de mezin bû. Tevî girtina di temenê ciwan de û li girtîgehê Tirkiyeyê rastî îşkenceyan hat, tu caran serî netewand. Berxwedana wê bû meşaleya û li hemû cîhanê deng veda. Ew dengê ji girtîgehê derket, piştre li kolanên Ewropayê bû xetek eşkere ya berxwedanê.”
‘Manîfestoya jiyanê û hêza veşartî ya jinan’
Ronak Hisên têkildarî bandora felsefeya Sakîne Cansiz li ser tevgera jinan wiha got: “Îro li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, ew ruhê berxwedana heye mîras şehîd Sara ye. Ew ji bo me jinan bûye manîfestoya jiyanê. Wek di pirtûka xwe ya bi navê ‘Jiyana min her şer bû’, de got divê îro jî mirovahî ji bo avakirina civakek demokratîk, di asta bilind de têbikoşe. Baweriya hevala Sara ew bû ku jin xwedî hêza veşartî ne. Ger vê hêzê derbixin dê bibin pêşengên serkeftî. Ji ber wê em sûdê ji îlham û hêza wê digrin û divê em vê yekê bikin havêna bihêzbûna xwe.”
Ronak Hisên di dawiya axaftina xwe de şehîdên komkujiya duyem a Parîsê bi bîr anî û got: “Em ê bi biryardarî li ser xeta şehîdan bimeşin, em ê riya şehîdan bidomînin.