Şêniyên Mexmûrê li dijî provakasyonên ku li Rojavayê Kurdistanê rû dan daketin qadan
Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanan, bi sedan kes di bin banga edaletê de daketin qadan û provakasyonên li ser Rojavayê Kurdistan û qetilkirina şehîd Sîpan Hiznî şermezarkirin.
Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê de bi sedan kes li dijî bûyer û geşedanên provakatîf yên li ser Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî qetilkirina şehîd Sîpan Hiznî û bûyera şewatê ya di girtîgeha Kobanê de pêkhatibû û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû, daketin qadan. Di meşê de banga edaletê hat kirin.
Bi sedan şêniyên wargehê li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û ber bi navenda Netewên Yekbûyî ve meşiyan. Di meşê de wêneyên cangorî Sîpan Hiznî hatin rakirin û bê navber dirûşmeyên berxwedanê hatin berzkirin.
Piştî ku meş gihişt ber deriyê NY daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê Mexmûrê mamosta Nudem Yaman axivî.
‘Em ti car van êrişan qebûl nakin’
Nudem Yaman destnîşan kir ku wek gelê Kurd ew êrişan bi tundî şermezardikin û wiha got: “Di têkoşîna azadiya gelê Kurd der her şehîdek dibe bingeh û felsefeyek ya jiyanê, şehîd Sîpan jî di xeta vê têkoşînê de bû bingehek ya berxwedana gelê me yê Rojavayê Kurdistanê. Bi têkoşîna xwe kêliyek jî li hember çeteyan serî ne tewand. Ne hêla armanca çeteyan di Kobanê de serbikeve. Di pêvajoyek wisa ku Rêber Apo dayî destpêkirin de, bûyerên wisa cihê şermezariyê ne. Em van kiryaran bi tundî şermezardikin. Xwestin di zindanan de di kolanan de îradeya ciwanan têk bibin. Weke gelê Kurd em bi hêrsin, ev kiryar ne li gor pîvanên aştiyê ne, em ti car van êrişan qebûl nakin.”
‘Em ê têkoşîna şehîdan bidomîn in’
Nudem Yaman di dawiyê de diyar kir ku wê gelê Kurd heta dawiyê têkoşîna cangoriyan bidomînin û ev tişt got: “Em ê li gor şehîdan, li gor şehîd Sîpan têkoşîna xwe mezintir bikin. Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye, her çar aliyên Kurdistanê li kêleka Rojava ne, taybet jî wek ciwanên Mexmûrê. Em ê têkoşîna şehîd Sîpan bidomînin û wê pêta agirê ciwanên Rojava ji bo me bibe armanca têkoşîn û rizgarkirina xaka Kurdistanê.”
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.