Xelkê Mexmûrê: Divê Iraq li berpirsyariyên xwe xwedî derkeve

Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî rêgirî, ambargo û girtina şandeya ji nûnerên gel pêk dihat, meşekî girseyî lidarxistin û bang li Iraqê kirin ku li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derkevin.

Mexmûr – Ambargoya Iraqê ya li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ev du mehin berdewam dike. Hikumeta Iraqê ji 10’ê Nîsanê ve rê nade karker biçin ser kar, nasnameyên xelkê wargehê nû nake, destûr nade ku kel û pelên kar bikevin nava wargehê û nexweş biçin nexweşxaneyan.

Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan di 14’ê Gulanê de şandeyek ji Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz, Hevşaredar Edban Yilmaz û Hevberdevkê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargehê Bêwar Emîn pêk dihat, berê xwe dan Bexdayê û bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin pêk anîn. Şande di riya vegerê de hat dîlgirtin. Tevî ku rayedarên Iraqê soz dan ku ewê hem şandeyê berdin hem jî pirsgirêkên wargehê çareserbikin jî hîna sozên xwe bicihneanîne.

Li dijî van kiryarên hikûmeta Iraqê xelkê wargehê meşeke girseyî lidarxistin û bang li hikumeta Iraq û Netewên Yekbûyî kirin ku demildest li erk û berpirsyariyên xwe rabin.

Meş ji Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber deriyê Netewên Yekbûyî. Piştî meş gihişt ber deriyê NY li wir daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyanî were dayîn, ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê dayîka Hevşaredarê wargehê Edban Yilmaz, Fadîle Yilmaz axivî.

‘Nêzîkatiyên wan ji derveyî mirovahiyê ne’

Fadîle Yilmaz anî ziman ku li şûna hikumeta Iraqê xwedî li wargehê ku dibin berpirsyariya wî de ye derkevin, pêkanînên xwe didomîne û wiha got: “Ev 30 salin em ji ber zilma dewleta Tirk koçberbûn. Em jî hatin xaka Iraqê me got wê xwedî li me derkevin. Heta niha ti zerer û ziyanek me negihiştiye Iraqê. Lê li beramberî wê zilmê li me kir. Kiryarên ku dike jî ji dervey hiqûqê ye. Ev demeke dirêje ambargo daniye ser me. Ev nêzîkatiyên wan ji derveyî mirovahiyê ne. Şandeya me ya ku ji bo mafê me bipirsin çûne wir, girtine. Wek dayîk em ê heta dawî li mafê zarokên xwe bipirsin.”

‘Em ti caran van pêkanînan qebûl nakin’

Fadîle Yilmaz wiha berdewam kir: “Ji roja em hatine heta niha li ser me bazarê dikin. Hevdîtin li gel dewleta Tirk dikin li ser me pêkanînên qirêj pêk tînin. Em ti caran van pêkanînan qebûl nakin. Ew jî dizanin me heta niha jî zilm û zordariyê qebûl nekiriye. Em dijî zilm û bêmafiyê derketin û têkoşîn didin.”

‘Bila Iraq xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve’

Fadîle Yilmaz di dawiyê de ev bang kir: “Emê heta dawî li dijî van hemu kiryaran liberxwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em bang li tevayî cîhan û kesên ku mafên mirovan diparêzin dikin ku li me xwedî derkevin. Herwiha bang li Iraqê dikin ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin, girtiyên me berdin, nasnameyên me nû bikin û riyên me vekin.”

Herwiha piştî daxuyaniyê xelkê wargehê ji bo du saetan çalakiya rûniştinê pêkanî û çalakî bi dawî bû.