Xelatên Naveroka Dîjîtal a Erebî hêviyê dide ciwanan

Xelatgirên Xelata Naveroka Dîjîtal a Erebî li Forûma Erebî ji bo Pêşketina Berdewam li Lubnanê, balkişandin ser girîngiya peydakirina jîngehek fêrbûna dîjîtal ku li gor nûjeniyê tevbigere û derfetên kar û veberhênanê zêde bike.

FEDIYA CUMAA 

Beyrût – Forûma Erebî ji bo Pêşketina Berdewam, di 14'ê Nîsanê de dest pê kir û sê rojan li baregeha ESCWA - Mala Neteweyên Yekbûyî ya li Beyrûdê berdewam kir. Di forûmê de xelatgirên Naveroka Dijîtal a Erebî ji bo Pêşketin û Çalakiyê, hatin xelatkirin. Xelat balê dikişîne ser rêzgirtina çêtirîn serlêdanên naveroka Erebî yên ku beşdarî armancên pêşketina civakî ya dîjîtal dibin. 

Di kategoriya saziyan de platformek perwerdehiyê ya ji Urdunê, rêbernameyek li ser mirov çawa naverok ji Misrê dinvîse û platforma Forsa ji Urdunê ye, bi serketin û xelat girtin. 

'Hewl didin hemû civakê perwerde bikin' 

Berpirsa Têkiliyên Stratejîk a Platforma Perwerdehiyê ya Ebwab li Urdunê Beyan El-Muhtaseb diyar kir ku platform li Urdun, Îraq, Misir, Erebistana Siûdî û Ûmanê saziyek perwerdehiya dîjîtal a pêşeng e û wiha got: “Armanca me ew e ku ji perwerdehiya seretayî heya navîn ji bo hemû komên temenî hawîrdorek perwerdehiyek yekgirtî peyda bikin. Em bi armancên Pêşketina Berdewam re ne, ku niha armanca Foruma Erebî ya Pêşketina Berdewam 2025 tevdigerin û em hewl didin ku perwerdehiya bi qelîte peyda bikin." 

'Em girîngî didin jinan' 

Beyan El-Muhtaseb da zanîn ku ew di perwerdehiyên xwe de girîngî didin jinan û wiha axivî: "Em perwerdehiyê ji mêr û jinan re pêşkêş dikin. Em bi hevkariyên xwe yên bi rêxistinên herêmî û navnetewî re ku piştgiriyê didin keçên ku dixwazin perwerdehiya xwe biqedînin, lê ji ber astengiyên malbatî û civakê, wek zewaca zû, an mexdûrên koçberiyê û karesatan, em nikariin vê yekê bikin. Bi hêza teknolojiyê û jîriya çêkirî, me karî bi rêya platforma Ebwab, bêyî cudahî bighên van komên di hemû civakan de." 

Di kategoriya Pêşengên Ciwanan de Adem û Mişmiş ji Urdunê, platforma Dibistana Avhewayê ji Misrê, platforma Rooh ji Filistînê û serlêdanên Wajîz ji Urdunê biser ketin. 

'Me Xelata ESCWA ya Baştirîn Naveroka Dîjîtal girt' 

Perwerdekar û damezrînera Dibistana Avhewayê Ya Misrê Rehmê Diyaa jî kêfxweşiya ji bo beşdariya Forûma Erebî ji bo Pêşketina Berdewam bûne, anî ziman û wiha got: “Ez li vir Dibistana Avhewayê temsîl dikim û me Xelata ESCWA ya Baştirîn Naveroka Dîjîtal Di Piştgiriya Armancên Pêşkeftina Berdewam a 2025'an de, di kategoriya Karsazên Ciwanan de, wergirt. Armanca min a beşdarbûnê ew e ku ez malbatan zêdetir derbarê Înîsiyatîfa Dibistana Avhewayê û tiştên ku em di vî warî de dikin, perwerde bikim." 

Armancên Dibistana Avhewa ya Misrê 

Rehmê Diyaa derbarê Dibistan a Avhewayê û armancên wê de jî wiha got: "Ew însiyatîfek dilxwaz e dixwaze ku piştgirî bide rojnamevanên ku mijarên guherîna avhewa li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dişopînin. Em perwerdehiya pêşketî ya belaş, çavkaniyên bi zimanê Erebî û derfetên profesyonel pêşkêşî wan dikin da ku alîkariya wan bikin ku bighînin temaşevanên xwe. Xebata me balê dikişîne ser têkoşîna bi dezenformasyonê re, dîtina çareyan û destekkirina komên marjînal û xizan a di çarçoveya guherîna avhewayê de."